حركة المجتمع الديمقراطي

Bi bêdengiya navneteweyî rewşa tenduristî ya Efrîniyan xerabitir dibe

518

ŞEHBA

Di demeke ku rêxistinên mirovahî û navneteweyî desteka tenduristî pêşkeş şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê neçar man ku dev ji warê xwe berdin û li kantona Şehbayê bi cih bibin, nakin rewşa tenduristî ya şêniyan her ku diçe xerabitir dibe.

Ji aliyekî din ve jî gelek nexweşiyên giran ên wekîʺŞekir, dilʺderman wan nayê peydakirin û derfet tune ye ku biçin nexweşxaneyên Helebê da ku werin dermankirin, ev yek jî xeteriyê li ser jiyana wan çêdike.

Bi nêzikbûna demsala havînê re jî û zêdebûna germê, metirsî heye ku nexweşiyên wekî Laşmaniya  û zikêş taybet  li gel zarokan çêbibe. Herwiha  tê gotin ku ger rewş her ku biçe dijwartir bibe, wê nexweşiyaʺEl-Kolêraʺjî çêbibe.

Nexweşxaneya biçûk a navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê rojane 450-500 nexweşî pêşwaz dike  û li gorî derfetên xwe nexweşan derman dike û hebên wekî iltîhab, kêmkirina janê û hwd dide nexweşan.

Yek ji nexweşan welatiya bi navê Zehîde Şêxo derbarê mijarê ev tişt got,ʺLi kantona Şehbayê nexweşxane û navendên tenduristî pir kêm in. Ji ber vê yekê jî em berê xwe didin nexweşxaneya biçûk a Fafînê ku ew jî li gorî derfetên xwe kar dike. Nexweşxane dermanên li gel xwe dide, lê hemû beş di nexweşxaneyê de tune ye wekî beşê diranan.ʺ

Bijîşk Abdullqadir Hesko ku bijîşkatiya nexweşiyên hundir û dil dike  û niha li nexweşxaneya biçûk a Fafînê dimîne, da zanîn ku ew rojane 450-500 nexweşî pêwaz dikin û ew hewl didin li gorî derfetên xwe welatiyên nexweş deman bikin û wiha pê de çû,ʺLê bi tunebûna derman û alavên pêwîst, em nikarin jiyana sivîlan xelas bikin. Her wiha metirsiyên me hene nexweşiyên wekîʺSil, sorik,  gurîʺ bi tunebûna dermanan çêbibe.ʺ

Hesko destnîşan ku wan heta niha tu alîkarî ji rêxistinên navneteweyî û tenduristî yên cîhanê negirtin, ev yek jî li dijî zagonên naveteweyî yên mafê mirovan e, taybet ji ber rewşa tenduristî gelek xerab bûye.

Heta niha ji bilî destekdayîna gelên Bakurê Sûriyê, rêxisinên Kurdistanî li Ewropa û parçeyên din ên Kurdistanê, tu rêxistinên navnetweyî destek nedaye gelê Efrînê yê li Şehbayê dimîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji ber kêmbûna derman û alavên tenduristî, du jê zarok sê sivîlên Efrînê ku li Şehbayê dimînin jiyana xwe ji dest dan.