Rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Birak derbarê behaneyên êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê yên qaşo şerê li dijîʺterorêʺ wiha bersiv dan,ʺTerorîst ew e ku axa ki ne axa xwe ye dagir dike. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk Efrînê birêve bibeʺ
QAMIŞLO
Rûspiyê Êla El-Siwîfat Selah Şelaş kiryarên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir û ev tişt got,ʺEm dagirkeriya Tirk a lî ser kantona Efrînê tu carî qebûl nakin. Di heman demê de, em kiryar û polîtîkeyên guhartina demografiyê û rakirina zimanê kurdî û erebî û ferizkirina zimanê tirkî li Efrînê bi tundî şermezar dikin.ʺ
Şelaş di berdewamiya axaftina xwe de got,ʺHikumeta AKP`ê bi behaneya şerê li dijî ʺterorêʺ êrîşî herêmên Sûriyê dike û dagir dike, lê gelo kê teror anîn herêma me? Terorîst ew e ku axa welatekî dagir bike û zangonên xwe li wir feriz bike. Dewleta Tirk bi rêya van kiryarên xwe dixwaze serdema Osmaniyan jinûve li ser axa Sûriyê vejîn bike û nasnameya me tune bike û siyasetên tetrîkê li ser gelên me feriz bike.ʺ
Selah Şelaş bi lêv kir ku ew qebûl nakin ku dewleta Tirk rêveberiya Efrîn û Sûriyê bike. Gelê Efrînê jî tu carî bi rêvebirina dewleta tirk qebul neke.
Rûspiyê Êla El-Siwîfat di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku bi salane gelê Ereb, Kurd û Suryan bi hev re dijîn, ji ber vê yekê jî hemû gel li dijî destwerdana Tirkiyê, polîtîkeyên cûdahiyê û fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de ne.
Rûspiyê Êla Elbû Xetab Ehmed Osman El-Heloş da zanîn ku ew siyaseta tetrikê ya ku dewleta Tirk li ser gelê Efrînê dide meşandin, qebûl nakin û wiha dewam kir,ʺEm her kes siyasetên dewleta Tirk a vegerandina serdema Osmaniyan ji bo dagirkirina herêmên me û guhartina demografiyê dizanin.ʺ
Ehmed Osman El-Heloş tekez kir ku ew ê bi gelê Efrînê re bin û wiha pê de çû,ʺEm wekî Ereb û Kurd em ê heta dawiyê piştgiriya gelê Efrînê û biratiya gelan a ku xwe dispêre fikrê Ocalan a Netewa Demokratîk, bikin.ʺ
El-Heloş di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe li hemberî gelê Efrînê rabin û di zûtirin dem de gelê Efrînê vegerînin warê xwe û dewleta Tirk a dagirker ji Efrîn û tevahiya Sûriyê derxînin.