حركة المجتمع الديمقراطي

Meclîsa Reqayê navendeke nû vekir

565

REQA

Li bajarê Reqayê Meclîsa Sivîl a Reqayê bi boneya damezrandina Meclîsa Reqayê şahî li Reqayê organîze kirin. Her wiha navendeke xwe ya nû vekirin.

Di merasîma vekirina navendê de ji endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê û Hevserokê Meclîsê jî amade bûn. Serokê Komîteya ji nûve avakirine Abdullah El-Eryan bi boneya vekirina navendê axivî û di destpêke de Mudurê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Reqayê Omer Elûş bi bîr anî.

Her wiha di nava gotinên xwe de got Meclîsa Sivîl a Reqayê bi saya şehîdên ku canê xwe fedakirin, hatiye avakirin.