Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 13 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihên ne diyar ve birin.
EFRÎN
Welatiyên ku ji gundê Gobekê hatine revandin ev in: (X.Ş) 30 salî, (E.Ş) 28 salî, (E.H) 24 salî, (E.H) 22 salî, (M.H) 22 salî, (D.H) 20 salî, (S.H) 20 salî, (K.B) 20 salî, (K.K) 26 salî, (M.K) 29 salî û ciwanê yê tekane di malbatê de (M.K) yê 25 salî. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyê (W.H) yê 60 salî jî revandin.
Çavkaniyê (M.H) ji navçeya Bilbilê,ji ber rewşên ewlekariyê navê xwe eşkere nekir, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker (H.H) yê 28 salî ji gundê Qurnê êşkence kirin û birin cihekî ne diyar.