حركة المجتمع الديمقراطي

Li Rojava, di perwerdeyê de bingeha bi hevre jiyankirinê tê danîn

675

QAMIŞLO

Piştî Şoreşa Fransa di Sedsala 18’an de li Ewrupayê sîstema netewdewlet pêşket, çanda yek zimanî, yek netewî, yek dewletî û yek alî li tevayî cîhanê belav bû. Li Rojhilata Navîn a warên ku pirnetewiyê ye jî piştî Şerê Cîhanê yê Dûyemîn bi destê hêzên navnetewî ev politikaya netewdewletî belav bû. Ji ber ku xaka Kurdistanê jî di nava çar netewdewletan (Turkiye, Suriye, Îran, Iraq) de hat parvekirin, di serî de ziman û çanda gelê Kurd, Ermenî, Siryan û kêmnetewên din hatin helandin. Lê piştî Şoreşa Rojava 2012’an pêşket, bi hişmendiyek demokratik li dijî helandina kêmnetewan li Bakûrê Suriye yê xebat hatin pêşxistin. Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li dijî vê helandinê di dibistanan de hêdî hêdî bingehê perwerdeya pir zimanî dide destpêkirin.

Di sîstema perwerdeyê ya ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-Demokratîk) de li Bakurê Sûriyê pêşxistiye, dibistanên seretayî pêkhateyan Kurd, Ereb û Siryan ji refên 1,2,3, tenê bi zimanê xwe perwerde dibînin. Piştî xwendekar digihin refên 4, 5 û 6 vê carê jî li gel zimanên xwe, dersên zimanê gelên cîran jî fêr dibin. Ev sîstem di dibistana navîn de jî tê pêkanîn. Rêveberiya Perwerdeyê ya Bakûrê Suriye yê dê sala bê dibistanên amedeyî vebike û dê heman sîstem li dibistana amedeyî û peymangehan jî bê rêvebirin.

Li dijî polîtîkayên parçekirin û yek yekiyê dibistanên herêma Cizîrê jî  taxên ku pêkhateyên Kurd, Ereb û Siryan lê dijîn, zarokan hîn di temenê biçûk de fêrî bi hevre jiyankirin û çanda hevdû pejirandinê dikin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê hinek dibistanên ku pêkhate bi hev re dersê dibînin serdan kirin. Me dû dibistanên ku kurd-ereb û ereb- kurd- siryan têde dersê dibînin wek mînak dan nîşan.

‘Em hişmendiya biratiya gelan di zarokan de diçînin’

Li ser vê mijarê Rêvebera Dibistana Seretayî ya Salih Ebdê Eyn Heyat Ebas axivî û diyar kir ku perwerde beşê herî giring ê sîstema demokratîk e û wiha got, “Eger em bixwazin hişmendiyekî ava bikin, em ê ji temenê biçûk ê perwerdeyê destpê bikin. Me  wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çawa di nava civakê de sîstema biratiya gelan danî, heman demê de di nava dibistanê de da destpêkirin.”

Eyn Heyat destnîşan kir ku di destpêkê de xwendevanan ev sîstem nedipejirandin û wiha pêde çû, “Mamostayên me li ser biratiya gelan, hevaltî û hevdû pejirandinê seminer didan. Ev semînerana serkeftî bûn, niha xwedekar bi hevdû re bi awayek wek hev dersê dibînin.”

Eyn Heyat gotinên xwe wiha bi dawî kir,“Eger em biratiya gelan di nava zarokên 5-12 salî de ava bikin, em ê bikaribin civakek rast û demokrat ava bikin.”