حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Dirbêsiyê: Ramanên Ocalan riya azadiyê ronî kir

598

HESEKÊ

Gelê navçeya Dirbêsiyê nêrînên xwe bi ANHAʹyê re parve kirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin û diyar kirin ku siyasetên Erdogan tu carî vîna gel naşikînin.

Welatiyê bi  Ezîz Silêman tecrîda ku ev 19 salin li ser Rêbertiyê didome şermezar kir û da zanîn ku ev kiryar binpêkirina zagonên navneteweyî ye.

Silêman anî ziman ku ramanên Ocalan riya azadiyê ji gelê Kurd û tevahî gelên herêmê re ronî kir û got ku bila Erdogan baş bizanibe ku ramanên Rêbertiyê di mejiyê gelan de hatine rûniştandin.

ʹErdogan nikare vîna me bişikîneʹ

Welatiyê bi navê Xalid Şêxmûs jî diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan gora xwe bi destê xwe dikole û got ku Erdogan bi siyasetên xwe nikare vîna şagirtên Ocalan bişikîne.

ʹDawiya Erdogan nêz bûyeʹ

Welatiya bi navê Hindiye Mihemed Elî jî dewleta Tirk nikare hêza wan lawaz bike û destnîşan kir ku dawiya Erdogan nêz bûye. Hindiye wiha got, ʺBi saya fikirê Ocalanme rastiya xwe nas kir û hebûna xwe îsbat kir.ʺ

ʹRamanên Ocalan riya azadiya ronî kirʹ

Welatiya bi navê Cemîle Mihemed Şêxmûs jî da zanîn ku ramanên Ocalan riya azadiyê ji tevahî gelan re ronî kir û gel ji koletiyê xelas kir.