حركة المجتمع الديمقراطي

USDAW jî ji bo Ocalan azadî xwest

636

Kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’ (Ji Ocalan re azadî) ya li Brîtanyayê her ku diçe geş dibe. Ji bilî sendîkayên din ên ku bi sed hezaran endamên wan hene, USDAW’ê jî diyar kir ku ew ê destekê bidine kampanyaya azadiya Ocalan.

USDAW sendîkaya Dikan, Belavkar û Karkerên Hevalbend e û ji 1947’an ve heye, yek ji sendîkaya herî dêrîn a Brîtanyayê  ye. USDAW 434 hezar endamên wê yên çalak hene û temsîla 3 milyon karkeran dike.

Sekreterê Gitşî yê Sendîkayê John Hannet bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Li herêmê ji bo aştiyeke mayinde û çareseriyê, azadiya Rêzdar Ocalan pir girîng e. Ji bo vê jî em bi kêfxweşiyeke mezin destekê didine kampanyaya  Freedom for Ocalan.”

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji bo ku aştî û aramî pêk were em destekê didine kampanyaya ji Ocalan re azadî. Birêz Ocalan bi rengekî dadmend nehate darizandin û ev 19 sal in di girtîgehê de ye. Mafên Kurdan têne binpêkirin û divê di cih de dawî li vê were û were deşîfrekirin. Serbestberdana Ocalan ji bo ku li herêmê aştî çêbibe pir girîng e. Em pir kêfxweş in ku destekê didine vê kampanayê.”

Kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’ 2016’an li Kamaraya Avamê ji hêla mezintirîn sendîkaya  Îngilîstan û Gallerê Unîte the Unîon, ku 1,5 milyon endamên wê hene û Sendîkaya Karê Giştî (GMB) ve ku 800 hezar endamên wê hene dest pê kiribû.