حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tiştê li Efrînê pêk hat, eynika Xûta ye’

594

TEBQA

Beriya çend rojan saziyên çepemeniyê nûçeya êrîşa li ser Dûma bi çekên kîmyawî weşandin. Di encama êrîşê de zarok û jin jî di nav de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nerazîbûn û şermezarkirina êrîşan di qadên navdewletî û herêmê de roj li pey rojê zêde dibe. Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Rewşen Hemê diyar kirin ku dîmenên cenazeyên zarok û jinan ku di encama êrîşa kîmyawî de jiyana xwe ji dest dabûn hovîtiya li dijî mirovahiyê ye û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku komkujiyan rawestîne. Rewşen, ji civaka navdewletî daxwaz kir ku komkujiyên ji bo koçberkirina sivîlên Sûriyê pêk tên rawestîn in û komkujiyên ku deweleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê jî pêk anîn, bibîr xistin.

Ne tenê rêveberiya Tebqayê lê belê civaka Tebqayê jî êrîş şermezar kirin. Eşîrên Ereb ên herêma Tebqayê li ser zimanê nûnerê xwe Şêx Ehmed Ewad El-Hisên sûcên qirêj ku li Efrîn û Xûta pêk tên şermezar kir û got ku guhertina demograftî ya xeter li herêmê ji aliyê dewleta Tirk û rêjîma Baas ve pêk tê.

Hisên ji cîhana demokratîk û azad daxwaz kir ku komkujî û koçberkirina welatiyan ku li Sûriyê didome, rawestîne û ev tişt anî ziman,”Gelê Sûriyê ji aştî û aramiyê hez dike. Tiştê li Sûriyê tê jiyankirin ne şer e, lê belê tunekirin e.