حركة المجتمع الديمقراطي

Şahiyên ji bo rojbûna Ocalan didomin

729

LUBNAN

Kongreya Star li herêma Bişamûn a Lubnanê bi dirûşmeya “Rojbûna Ocalan rojbûna şoreşa jinê ye” şahiyek  lidar xist.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û al û sembolên Kurdistanê hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê, Endama Kongreya Star Kîbar Horo, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Cizîrê, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Diyar Qamişlo, Nûnerê Konferansa Ermenî ya Cîhanî Himo Miskefiyan û Endamê Tevgera Ciwanên Rojava li Lubnanê Abudlxenî Zorî axaftina hatin kirin.

Di axaftinan de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên Kurdistanê û malbatên şehîdan hate pîrozkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku rojbûna Ocalan rojbûna gelên Kurdistanê yê.

Her wiha hate gotin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavekî giring di dîroka gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de ye û Federaliya Demokratîk a Bakurê  Sûriyê jî yek ji berhemên fikrên Ocalan e .

Her wiha hate goitn ku pêwîste alîkariya gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin, were kirin.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku bawariya wan heta dawiyê bi şervanên YPJ/YPG û QSD` ê heye ku wê li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin û wê Efrîn ji çeteyan rizgar bikin.

Paşê Koma Welatê Rojê û koma Bêrîtan stran û dîlanên filoklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.