Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi armanca rêxistinkirin û xizmeta şêniyên herêmê li gundê Himara El-Elî yê girêdayî herêma El-Kesra navenda Meclîsa Şehîd Yasir El-Efnîs, vekir.
Merasîma vekirinê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, axaftin ji aliyê beşdaran ve hate kirin. Di axaftinan de vekirina navendê li şêniyên herêma El-Kesra hete pîrozkirin. Her wiha hate gotin ku bi armanca rêxistinkirin gel Navenda Meclîsa şehîd Yasir hate vekirin.
Di axaftinan de hate gotin ku pêwsîte hemû gelê herêmê alîkariya gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin, bikin.
Paşê deriyê navendê hate vekirin û merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.