حركة المجتمع الديمقراطي

Cotkarên Şehbayê dest bi çandiniya betatis kirin

519

ŞEHBA- Cotkarên kantona Şehbayê dest bi çandiniya Betatis ku yek ji giringtirîn berhema çandiniyê ya herêmê ye, kir.

ŞEHUD

Cotkarên Şehbayê dest bi çandiniya Betatis kirin. Cotkar herdû cûreyên betatis “Fabîla û Banîla” kirin. Ji ber ku erdê Şehbayê herdû cûre baş têne çandinî.

Beriya çandiniya Betatis (kartol) cotkar zeviyên xwe cot dikin û paşê dest bi çandiniya kokên betatis dikin. Zeviyên betatis ku li Şehbayê têne çandinî bi qasî 850 hiktar in.

Di demsala buharê de derdora 60 ton berhem ji her yek hiktarî re tê berhevkirin û di demsala payîzê de jî 40 ton tê berhevkirin.

Derbarê mijarê de Cotkarê bi navê Şehûd Hesen got ku ew di meha sibatê û heta adarê dest bi çandiniya Betatis bi herdû cûreyên xwe dikin. Piştî sê mehan tê berhevkirin. Zeviyên betatis derfetê kar ji gelek welatiyan re peyda dike.