QAMIŞLO- Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Ebas Samî diyar kir ku dewleta Tirk hemû qanûn û peymanên navdewletî ku NY’yî ji Cenga Cîhanê ya yekem ve danîne, binpê dike û ev tişt anî ziman: “Êrîşa dewleta Tirk a lis er Efrînê li dijî hemû qanûnên navdewletî ye. Divê NY’yî ji bo rawestandina êrîşa li ser Efrînê tevbigerin.”
Ebas Samî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herênên Rojava-Bakurê Sûriyê û bi taybet êrîşa li ser Efrînê û got ku dewleta Tirk hemû peymanên NY’yî binp dike.
Samî, her wiha da zanîn ku gelê kurd û hemû pêkhateyên Rojava ji destpêka aloziya Sûriyê xeta sêyemîn girtin û wiha dom kir: “herêmên xwe dûrî şerê li herêmê pêk tê kirin. Ewlekariya herêmên xwe parstin. Lê carde jî ji komên çete û dewleta Tirk rizgar nebûn.”
Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Ebas Samî da zanîn ku dewleta Tirk bi êrîşa xwe ya li ser herêmê hemû peymanên navdewletî ku piştî Cenga Cîhanê ya yekem û ji 30 qanûnan pêk tê binp dike û wiha dom kir: “Di wan qanûnan de parstina zarokan, parstina jinan, qedexekirina bikaranîna çekên kîmyawî û parstina dewletên cîran heye. Her wiha qanûna parstina sivîlan di nava şer de, carde qanûna parstina xwezayê jî heye, lê dewelta Tirk hemû qanûnan di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de binpê dike.”
Binpêkirin hatine belgekirin:
356 sivîl hatine qetilkirin, zeviyên gundên 129 gundan hatine destserkirin, heta niha hezar û 457 gilî hatine kirin.
Ebas Samî bibîr xist ku Rêxistina Mafê Mirovan ji sala derbasbûyî û heta niha gelek binpêkirinên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Rojava- Bakurê Sûriyê belge kirine û wiha dom kir: “Ji dema çêkirina dîwarê li ser sînor, heta kuştina sivîlan û desteserkirina zeviyên welatiyan. Di sala derbasbûyî de dewleta Tirk 356 welatiyên sivîl qetil kirine. Zeviyên 129 gundan ji aliyê dewlet Tirk ve hatine destserkirin. Ji aliyê din ziyanên madî ku di gundên sînor de pêk hatine. Heta niha hezar û 475 welatiyan li dijî binpêkirinên dewleta Tirk doz vekirine.”
‘Êrîşa li ser Efrînê biryara NY ya 2 hezar û 131’an binpê dike’
Samî derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê jî wiha got: “Efrîn bajarekî Sûriyê ye, derbaskirina sînorê wê ji aliyê Dewlet Tirk li gorî peymana NY binpêkirina biryara NY ya 2 hezar û 131 an e. Ev peyman di Çileya sala 1965’an de hate danîn, dibêje ku navbe deweletek sînorê dewletek cîran binpê bike.”
Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Ebas Samî di dawiya axaftina xwe de jî got ku li gorî danasîna NY ya sala 1947’an êrîşa li ser Efrînê û bikaraîna çekan lidijî dewelteke din binpêkirineke mezine.
Samî her wiha bang li Rêxistinên mafê mirovan û yên cîhanî û NY kir ku li dijî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ji bê dengiya xwe derkevin û ji bo parstina sivîlên Efrînê bikevin tevgerê.