حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Qamişlo: Her yek ji me Efrînek e

559

QAMIŞLO – Gelê Qamişlo yê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê rabûyîn ser piyan diyar kir ku her yek ji wan Efrînek e, çeteyên Erdogan nikarin îradeya wan bişkînin, ev ne cara yekeme çeteyên Erdogan bi ser wan de tê, Efrîn nakeve ji ber ku warê Arîn û Barînan e.

Gelê Qamişlo  ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê nîşan bidin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên ku heta niha bi dehan sivîl qetilkirin şermezar bikin, daketin qadan. Şêniyên Qamişlo berxwedana Efrînê silav kirin û dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê şermezar kirin.

 ‘Erdogan serkêşê DAÎŞ’ê ye û Neteweyên Yekbûyî jî hevalên Erdogan in’

Welatiya bi navê Wetha Wanikî piştgiriya xwe ji Efrînê re wiha anî ziman: “Efrîn xema neke, Qamişlo û Rojava hemû bi tere ye. Efrîn nakeve ji ber ku em ji gelekin ku ji 7 kesî bûne 70 milyon, ji ber ku em bi fikrê Rêber Apo perwerde bûne.”

Welatiyê bi navê Ebdulîlah Xelef jî nezarîbûnên xwe yên ji bo bêdenbuyîna saziyên mafê mirovan û dewletên Ewrupa bi van gotinan rave kir: “Erdogan zarokan û sivîlan dike hedef, em nema bang li saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbuyî dikin ji ber ku we gelê mazlum hiştiye û hûn hevalên zalimanin. Dîmen û stalaytên hêzên navnetewî jî alîkariya Erdogan bi DAÎŞ’ê re kişandine ew jî dizanin Erdogan serkêşê DAÎŞ’ê ye. Kurd jî mafê xwe yê demokratik dixwazin.” Xelef diyar kir ku ew xwedî îrade ne, keç û kurên wan bi îradeya xwe ser dikevin.

 ‘Gelek planên Erdogan têk çûn, dê ev jî têk biçe’

Welatiyê bi navê Heciyê Berber jî bang li Efrînê kir û wiha axivî: “Bila Efrîn baş bizane, em hemû Efrînin. Bila Erdogan jî baş bizane wek planên wî yên beriya Efrînê dê ev plan jî têkbiçe. Saziyên mafê mirovan jî çavê xwe ji zilmê re digirin. Ka digotin li Suriye yê dê aştî çêbe, hîn jî Erdogan êrîşî gelê kurd dike.” Heciyê Berber ji kesên ku tevlî çeteyên Erdgoan dibin jî wiha got: “Em dayîk, bav û welatê we diparêzin, hûn jî li gel Erdoganê dagirker cih digirin. Hun gemarin.”

 ‘Temenê dar û kevirên Efrînê 100 sale, çete nikarin wan ji cih jî bilivînin”

Welatiyê bi navê Îsa Qertminî jî piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re wiha anî ziman: “Em ji bo Efrînê li ser piyanin. Em Kurd yek parçe ne û çeteyên Erdogan nikarin îradeya me bişkînin. Ev ne cara yekeme çeteyên Erdogan bi ser me de tên, em nakevin ji ber ev war warê Arîn û Barînan e. Temenê her kevir û darek Efrînê 100 sale, çeteyên Erdogan nikarin wan ji cihên wan bihejînin jî.”