حركة المجتمع الديمقراطي

Tebqa pêdiviya xwe ya sotemeniyê bi xwe peyda dike

571

TEBQA – Projeya kargehên parzûnkirina sotemeniyê ku ev du meh in li Tebqayê tên amadekirin dest bi derxistina berhemên sotemeniyê kirin û niha heftane nêzî 200 bermîlên mazotê û 50 bermîlên benzînê çêdikin û li benzînxaneyan belav dikin.

Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê beriya nêzî du mehan destûra 11 kargehên parzûnkirina sotemeniyê yên taybet û 4 kargehên giştî peyda kirin. Evan kargeh bi bi kehrebeyê tên xebitandin da ku bandoreke neyînî li hawîrdorê nebe.TEBQA-KARI-MAZOTI-1-620x364

Yek ji armancên sereke ya avakirina van kargehan erzankirina buhaya sotemeniyê li herêmê ye û ev yek dê bandoreneke erênî li hemû aliyên aborî yên din bike.

Ji ber xebatên paqijkirina bîrên petrolê ku di dema dagirkeriya çeteyan de hatibûn xirabkirin, miqdara madeya xam ku ji van kargehan re tê kêm e. Her wiha kehrebe û av ku ji van karegehan re sereke ne kêm in. Di encamê de xwediyên van kargehan diyar dikin ku ji ber van sedeman lêçûnên wan zêde dibin.

Girêdayî mijarê pîşekarê projeyên kargehên parzûnkirina sotemeniyê Umer Mehmûd Ebdullah got ku ji bo evan pirsgirêk bêne çareserkirin dê ceneretoreke mezin peyda bikin û kehrebeyê ji van kargehan re peyda bikin û dê toreya avê jî ji bo projeyê sererast bikin.

Ebdullah diyar kir ku piştî bîrên petrolê bêne paqijkirin pirsgirêka kêmbûna madeya xam jî dê were çareserkirin.