حركة المجتمع الديمقراطي

Koçberên Sûrî li Tirkiyeyê têne kuştin

661

ZANA SEYDÎ

KOBANÊ – Metirsiyên li ser koçberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê bi cih bûne, zêde dibin. Di van demên dawî de gelek rewşên bi guman pêk hatin û di encamê de gelek koçberan jiyana xwe ji dest daye û kujerên wan jî nehatin nasîn. Li aliyekî din gelek koçberên din eşkere li ser destên hêzên ewlehiyê û artêşa Tirkiyeyê tên kuştin.

Rewşa welatiyên Sûriyê li her deverekê li gel sîstemên dîktator her diçe kambaxtir dibe. Evan sîstemên dîktator ku berjewendiyên xwe di ser gelên herêmê re digirin û bi hemû rêbazan hewl didin azadiyê bêdeng bikin. Di heman dema ku şoreşa Bakurê Sûriyeyê li hemberî van sîsteman bû ye astengiyeke mezin.

Piştî ku hemû pilanên dewleta Tirk di hundirê Sûriyeyê de têk çûn, bi taybet li rex nakokiyên ku li herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê de ji havîna sala 2016’an û bi taybet ji 24’ê Tebaxê de dema ku artêşa Tirkiyeyê derbasî axa Sûriyeyê bûye, ji wê demê ve Tirkiye hewl dide tola xwe ji welatiyên Sûriyeyê hilîne piştî ku hewldanên dagirkeriya wê ya Sûriyeyê têk çûn.

Kuştina çalakvanê Sûriyeyê Nacî El-Cerf li bajarê Dîlokê eşkere li pêşiya welatiyan nîşana vê yekê ye, El-Cerf bi dijberiya DAIŞ’ê û alîgirên wê navdar bû. Du çalakvanên Sûriyeyê yên ji bajarê Reqayê Faris Hemadî û Îbrahîm Ebdilqadir jî li bajarê Rihayê hatin serjêkirin. Her wiha bi dehan çalakvan û welatiyên Sûriyeyê rojane li ser destên istixbarata Tirkiyeyê tên kuştin.XALID-BERKEL

Hikûmeta Tirkiyeyê bi derxistina şoraş Sûriyeyê ji riya wê ya rasteqîn bes nekir, lê belê artêşa Tirkiyeyê rojane mafên welatiyên Sûriyeyê çi yên li Tirkiyeyê dimînin û çi jî li ser sînorên Sûriyeyê binpê dike. Di Tebaxa sala borî de, koçberên Sûriyeyê li ser destên leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi awayekî hovane li wîlayeta Hatay tên îşkencekirin.

Di hundirê Sûriyeyê de jî li gorî serjimariyên dawî yên Rêxistina Mafên Miorvan a kantona Cizîrê hate diyarkirin ku 356 welatiyên Kurd ên hersê kantonên Rojava Cizîrê, Ferat û Efrînê bi guleyên artêşa Tirk hatine kuştin. Her wiha artêşa Tirk destdirêjî li deverên girêdayî 129 gundan kirine ango bi giştî rûpîvaneke 27 hezar donim. Artêşa Tirk her wiha 13227 dar li dereverên nêzî sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hilkirine û li seranserî sînor dîwarekî bîtonê ava dike.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayî wê de ne gelek destdirêjî kirin lê nikaribû hejmareke rast bi dest xwe ve bîne, nemaz li parêzgeha Idlibê.

Girêdayî mijarê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a kantona Kobanê Xalid Berkel di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û aliyên têkldar kir ku bi berpirsyarî nêzî mijarên mirovahî bibin û rê li pêşiya destdirêjiyên dewleta Tirk li dijî welatiyên Sûriyeyê bigirin û wiha got: “Êdî bes e ku cîhan van hovîtiyên hikûmeta Tirkiyeyê paşguh dike ku êdî Tirkiye jî weke rêbazekî bikar tîne da ku vîna gelan bişkîne.”

Berkel di berdewama axaftina xwe de got ku hikûmeta AKP’ê nikaribû serfiraziyên Osmaniyan û dagirkeriya herêmê pêkk bîne, ji ber vê yekê ew tola xwe ji welatiyên Sûriyeyê li her deverekê hiltîne û wiha bi bîr anî: “Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê beriya çend rojan welatiyê Sûriyeyê yê bi navê Elî Temî girtin û piştî pereyên wî jê standin û îşkence kirin şandin bajarê Kobanê.”

Ev rewşa sê milyon welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bi cih bûne ye. Ango li hemberî girtin, revandin, îşkence, heqaret û kuştinê rû bi rû dimînin, ji bilî hin kesên ku hatine xapandin û di hotêlên Stenbolê û hin bajarên din de hatine bicihkirin û bazara doza gel bi Tirkiyeyê re dikin û li gorî daxwaz rayedarên Tirkiyeyê tevdigerin û hewl didin derbeyan li şoreşa gelê Sûriyeyê û bi taybet welatiyên Bakurê Sûriyeyê bidin.