حركة المجتمع الديمقراطي

Dorpêçiya li ser Efrînê rewşa koçberan xirabtir kiriye

619

XALID HESEN / FATME ÎBRAHÎM

EFRÎN – Bi hatina demsala zivistanê re bi hezaran  koçberên li Kampa Robar û Kampa Şehba yên herêma Efrînê bi cih bûne diyar kirin ku rewşa wan xirabtir bûye û bang li rêxistinên mirovahiyê kirin ku alîkariya wan bikin.EFRIN-SERAWA-KOMPA-ROBAR-BAWSTE-XWE-TASTIN-JEVISTANE (2)

Koçberên di kampên Robar û Şehba yên herêma Efrînê ku ji ber hovîtiya çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ya dagirker koçber bûne, ev nêzî sê sal in bi kêmderfetan di van kampan de jiyan dikin. Nemaze evan koçber ji aliyê rêxistinên mirovahî yên navnetewî ve hatine paşguhkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê bi hemû hêza xwe hewl dide alîkariya van koçberan bike, tevî ku herêma Efrînê ev çend sal in ji aliyê rêjîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ya dagirker ve hatiye dorpêçkirin. Di encamê de gelek pêdiviyên welatiyan nayên peydakirin.

Girêdayî mijarê koçbera bi navê Eyşe Mihemed a 60 salî behsa astengiyên xwe di kampê de kir û got ku bi hatina zivistanê rewşa wan xirabtir bûye û zarokên wan ji ber sermayê li hemberî gelek nexweşiyan rû bi rû ne. Eyşe got ku wan heta niha ti alîkarî ji rêxistinên miorvahiyê wernegirtine.EFRIN-SERAWA-KOMPA-ROBAR-BAWSTE-XWE-TASTIN-JEVISTANE (4)

Pêwîstiya zarokên kampê her wiha bi pêdiviyên demsala zivistanê weke sobe û sotemeniyê û cilûbergan, bi pirtûk û defteran jî heye.

Koçbera bi navê Hena Cuma ku ji devera Henderat a rojhilatê Helebê koçber bûye diyar kir ku ew nikare pêdiviyên zarokên xwe peyda bike û nikare cilûbergên zivistanê jî bikire û wiha got: “kona em têde bi cih bûne ji ber ku kevn e dilopan dike. Em ditirsin ku di bahozeke zivistanê de bi ser serê me de bikeve.”

Koçberan banga rêxistinên mirovî yên navnetewî kirin ku alîkariyan pêşkêşî wan bikin û bi erkên xwe yên mirovahiyê rabin.EFRIN-SERAWA-KOMPA-ROBAR-BAWSTE-XWE-TASTIN-JEVISTANE (3)

Endamê Rêveberiya kampa Robar, Zekî Îbiş diyar kir ku dorpêça li ser herêma Efrînê hişt ku ew nikaribin gelek pêdiviyan ji koçberan re peyda bikin û derfetên wan sînordar in û wî jî ji aliyê xwe ve banga rêxistinên mirovahî kir ku bi erka xwe ya mirovahiyê rabin.

 

HINA ELIAESA MOHAMED