Li taxa Mirûr a dikeve rojavayê Reqayê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de rû da. Di encamê de 13 çete hatin kuştin. Şervanan di pêşveçûna xwe û xebatên paqijkirina taxê de, depoyên ceblixaneyê yên çeteyan dîtin. Di depoyan de miqdareke mezin ji cebilxaneyan hebûn.
Li vê eniyê, şer didome.