حركة المجتمع الديمقراطي

Cenazeyên şehîd Elî Şêr û Egîd hatin oxirkirin

719

 Li Kantona Efrînê cenazeyên şervanên YPG′ê Elî Şêr û Egîd Amed ku di berxwedana li hember êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê ya herêma Efrînê cenazeyên şervanên YPG′ê Gîvara Hisî (Elî Şêr) ku 1′ê Îlonê û Ciwan Mûsa (Egîd Amed) ku 3′yê Îlonê di berxwedana li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Avirîn a Kantonê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.

BESIR EBDO

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şera Beşîr Ebdo axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û serkeftinên li Bakurê Sûriyê li ser astên siyasî û leşkerî hatine bidestxistin, li gelên herêmê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Ebdo soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dubare kir

DALIYA HENAN

Endama Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Daliya Henan jî bang li tevahî gelên Kantonê kir ku beşdarî hilbijartinên ku dê 22′yê Îlonê bêne lidarxistin bibin û wiha got: ″Roja 22′yê Îlonê rojeke dîrokî ye. Projeya Federal bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê hat avakirin.″

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayîkan de hatin veşartin.