حركة المجتمع الديمقراطي

ʹProjeya Nexşereyê ya Şenaglê gaveke pîroz eʹ

723

Alva Osê – Silava Îbrahîm

ŞENGAL – Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê Hisên Hecî Nefso destnîşan kir ku projeya Nexşerê gaveke pîroze û da zanînku gelê Ezîdîji ber baweriyênwan olî yên pak rastî gelek komkujî û fermanan hatin û herî dawî jî komkujiya ku bi destê çeteyên DAIŞʹê pêk hat.

Daxuyaniyên Nefso pişî lidarxistina civîna çapemeniyê  ku duh li salona Laleşê ya Şengalê pêk hat û di encamê de projeya xwe ya rêveberiya Êzîdxanê ya xweseriya Demokratîk pêk hat.

Nefso di destpêka axaftina xwe de komkujiya ku DAIŞʹê bi serê gelê Êzîdî de pêk anîn bibîr xist û reva pêşmergeyên PDKʹê ya di wê demê de anî ziman û got: ʺSedema komkujiyên ku di serê gelê Êzîdî de pêk hat, ji ber baweriyên wan ên olî pêk hatiye. Heger ne ji şervanên ku ji bo Şengalê canê xwe feda kirin, neha Şengalê jî wekî herên din ba. Piştî reva pêşmergeyên PDKʹê komkujî pêk hat.ʺ

Nefso da zanîn ku piştî Şengalê hate  rizgarikirin û ji tunebûna bi temamî hate rizgarkirin, niha bingeha guhertina gitşî li Şengalê heye û wiha dom kir: ʺGelê Êzîdî ji berxwedana şervanên YPG û Gêrîlayan gaveke girîng girtin. LI ser vî esasê destbi rêxistinkirina jiyana xwe û parstina Şengalê kirin.ʺ

Nefso, di berdewama axaftina xwe de got: ʺDi 15ʹê çilaye sala 2015ʹan de Meclîsa Rêveber a Şengalê hate avakirin, ev meclîs bû bingeha Şengalê. Êdîgelê êzîdî baş dizane ku bingeha wan heye ku parastina xwe dikin û dikarin destkeftiyên herêmê biparêzin. Em nikarin tu carî piştgiriya ku me ji birayên xwe yên Rojava girtiye jibîr bikin. Di merseleya Rêveberiya xweser de ji me re bûn nimûne. Me ji tecrîbeya wan avakirina saziyan û sazkirina hêzên parstinê sûd wergirt.ʺ

Nefso derbarê projeya nexşeriyê jî got ku ev projeya wan gaveke pîroze û wiha dom kir: ʺEv dê bibe riya xelasiya gelê êzîdî yên di encama itîfaqên siyasî de gelek zor û zehmetî jiyan kirin.ʺ

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê Hisên Hecî Nefso di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew dê tu carî rê nedin tu aliyan ku di Şengalê dedestwerdanê bikin û wiha got: ʺEmgihiştin wê baweriyê ku Şengal tenê ji yên parastina wê dikire ye. Ew xizm û mirovên şengaliyane.