حركة المجتمع الديمقراطي

Efrîn bi dengekî bilind banga azadiya Ocalan kir

682

EFRÎN –  Bi hezaran welatiyên Efrînê ên tevlî meşa li dijî tecrîdê bûn bi yek dengî banga azadiya Ocalan kirin.EFRIN-CAVDERI-JI-XWEPESANDANA-EFRIN (2)

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk Hêvî Mustefa û Osman Şêx Îsa, Endamê Rêveberê ên sazî û desteyan, Serokê Desteya Parestinê jî di nav de bi hezaran welatiyên Efrînê îro tevlî meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate lidarxistin bûn. Meşvanan tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û bi yek destnî hêrsa xwe li dijî dagikirina anîn ziman.

Meşa ku ji aliyê TEV-DEMʹê û Kongreya Star hatiye lidarxistin bi diruşmeya ʺAzadiya Rêberê Gelê Kurd Abduylah Ocalan azadiya edalet û mirovahiyê ye ji ber avahiya Asayîşê ya bajarê Efrînê destpê kir. Meşvanên ku gelek ji wan bi cilên xwe yên herêmî daketibûn qadan û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin li kolanên bajar geriyan.EFRIN-CAVDERI-JI-XWEPESANDANA-EFRIN (3)

Meşvanan her wiha Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên saziyên heêrmê û pankartên bi nivîsên ʺTecrîda li ser Rêber APO ji bo têkbirina projeya azadiya rojhilata Navîne,Bijî berxwedana Îmralî, Ocalan misogeriya çareserkirina aloziya Rojhilata Navîne, Jinan meşa azadiya Ocalan birêve biriye,Hûn ji parsitna mafê malbatê li kur in,Efrîn dê heta Azadiya Rêber APO li ber xwe bideʺ vekiribûn.

Meş li gelek kolanên bajar geriya, meşvanan def û zirne jî di meşê de bikar anîn,dayîkan jî bê navber tilîlî davêtin.

Mevşan heta Nexweşxaneya Dêrsim meşiya, li vir meşvan bi rêzgirtinê rawestiyan û paşê Hevseroka Meclîsa Feraliya Demokratîk a Foza Yûsif axivî û meş li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û soza şopandina riya şehîdan da.

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku dê sîstema fedralî dawî li sîstemema navendî ya yek partiyê bîne û wiha dom kir: ʺÊdî yek ziman, yek partî û namîne. Dema bê dê hilbijrtin çarenûsa herêmê diyar bike. Divê di vê demê de hemû kes berpirsyariyê pêk bînin.ʺ

Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star Hêvîn Reşîd axivî û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirirn şermezar kir û got ku fikr û felsefeya Ocalan û siyaseta wî ya li dijî nijatperestiyê em ê tekoşîna xwe heta noqteya dawî ya xwîne xwe bidomînin.

Piştî axaftinan meşe bi stranan  û diruşmeyan bi dawî bû.