حركة المجتمع الديمقراطي

Selahê 14 salî yê êzîdî çi ji destê çeteyan dît?

630

KOBANÊ – Zarokê 14 salî Selah Hesen Reşo yê ji Şengalê di sala 2014ʹan de ji aliyê çeteyan hate revandin. Bi darê zorê şerîeta xwe li ser wî feriz kirin û ew ji xwe re werkî leşkerî bikar tanîn. Hêzên QSDʹê Selah rizgar kirin, Selah jî êdî wê li malbata xwe ku ji aliyê çeteyan hatibû revandin bigere.

Di 3`yê tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kirin. Di wê rojê de pêşmergeyên PDK`ê Şengalî bê parstin hiştin û reviyan. Çeteyan jî bi sedan Şengalî qetil kirin û bi hezarn jin û zarok revanin û li bazarên Sûriyê û Îraqê firotin. Di wê rojê de zarokê 14 salî Selah Hesen Reşo jî yek ji qurbaniyên êrîşa çeteyan a li ser Şengalê bû.

Selahê 14 salî endamê malbatekê ku ji dayîk, bav û tevî wê sê birayanpêk tê. Malbata Selah ji bajaorka Xanesûr a dikeve derdora 25 kîlometreyan bakurê bajarê Şengalê. Çeteyên DAIŞʹê di roja komkujiyê de Selah û malbata wî revanin û ew birin bajarê Mûsilê.

ʹPêşmergeyan em firotin, bê ku berxwe bidinem hiştinʹ

Tevî ku Selah di wê demê de di 11 saliya xwe de bû dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin. Di bîra Selah deye ku çawa pêşmergeyên PDKʹê beriya wan ji Şengalê derketin û li ber xwe jî ne dan û wiha got: ʺPêşmergeyên PDKʹê em firotin û ji Şencarê derketin, ez nizanim çima pêşmergeyan di wê demê de em firton. Dema Çete derbasî Şengalê bûn, welatî li kolanan firottin û jin û zarok revandin.ʺ

Selah da zanîn ku şêniyên Şengalê di wê demê de berê xwe dan Çiyayê Şengalê lê piştî sê rojan ji ber ku av û nan nema daketin da ku avê û nan peyda bikin, lê çeteyan ew girtin û wiha dom kir: ʺEm û hin malbatên din ên bi me re girtin. Tevî ku welatiyan alên spî rakiribûn da diyar bibe ku em sivîln,lê çeteyan em birin bajarê Til Efer ê Îraqê.ʺ

ʹSalekê di dibistanekê de ma… Ji ola xwe dihat dûrxistinʹ

Piştî ku çeteyan Selah û malbatên din ên pêr e revandin, jin, zarok û zilam ji hev qut kirin û dest pê kirin şerîeta xwe li ser welatiyan feriz dikirin. Çeteyan dewereyên perwedeya xwe li ser welatiyan feriz kirin û fikrên xwe li ser zarokên ku temenê wan kêmî 18 salane feriz kirin.

Selam got ku çeteyan ji wan re digotin ku ʺÊzîdî, kurd û hêzên HPG, kafirin û şirîkan ji xwedê re çêdikin. Salekê em wiha perwerde kirin. Dema me hinekî nerînên wan red dikir li me didan, her wiha zexta pskolojî li me didan meşandin. Rewşa zarokan bi vê yekê xira dibû. Ên dixwestin malbatên xwe bibînin rastî êşkenceyê dihatin.ʺ

Selah her wiha destnîşan kir ku çeteyan beriya dewre xilas bibe ew neçar kirin ku şedetê bêjin û bi zorê bibin misilman  û wiha dom kir: ʺOlama gelekî reş dikin û li ser me feriz dikirin ku em bibin misilman.ʺ

Perwedeya leşkerî destpê kir

Piştî perwerdeya şerî bi dawî kirin, çeteyan Selah birin bajarê Reqayê yê Sûriyê û li vir êdî perwerdeya leşkerî destpê kir. Selah got ku dema nû derketin Reqyaê destpêkê li mêvanxaneyekê man û wiha dom kir: ʺEm sê mehan li wir man. Paşê em birin bargeheke leşkerî. Li vir em fêrî bikaranîna çekan bûn, sê mehan me perwedeya kilêşê, BKC û ABC bûn.ʺ

Piştî ku perwedeya leşkerî jî bi dawî bû Selah jî wekî ên din bû leşkerî DAIŞʹê û êdî amadeye beşdarî şer bibe. Selah ji vir jî birin Bajaroka Menûsr a rojavayê Reqayê, li vir jî ferman jê re hat ku cihê xwe di şer de bigire.

Di sala 2016ʹan de Selah  di şerê li dijî hêzên rêjîmê û hêzên QSDʹê de girt û têkildarî wê yekê wiha got:ʺEz li xetên pêş ên Humsê di şerê li dijî hêzên rêjîmê mam. LI hema jî min bi rêjîmê re şer kir. LI Reqayê jî di xetên pêş ên şer bi QSDʹê re jî min cih girt.ʺ

Bêriya malbata xwe kiriye

Selah dibêje ku wî bêriya malbata xwe kiriye û hestê xwe bi van gotinan anî ziman: ʺEz nizanim çi bi dayîk û bavê min hatiye. Birayên min ku yek ji wan bi salekê ji min mestire û yên din jî bi salekê ji min biçûktire, ez tiştekî li ser wan nizanim. Ez tenê dizanim ku ew jî li Sûriyê ne. lê li kur niznaim. Nizanim dijîn an DAIŞʹê ew qetil kirine. Tu agahiyên min li ser wan nîne. Ez hêvî dikim ku Ez malbata xwe zindî bibînin. Ez dixwazim ez wan sax bibînim.ʺ

Hêzên QSDʹê ku Selah rizgar di 9ʹê Tebaxê de ji Reqayê rizgar kirin dê wî vegerîne Şengalê da ku li ser hêviya ku malbata xwe bibîne li wir jiyan bike.