حركة المجتمع الديمقراطي

Jinên Tebqayê êdî pirsgirêkên xwe çareser dikin

631

REQA – Meclîsa Jinê ya Tebqayê tevî ku nû hatiye avakirin, bûye hêviya jinan û meqseda çareserkirina hemû pirsgirêkên wan.TEBQA-NAVINDA-CINEEE ‫(1)‬

Meclîsa Jinê ya Tebqayê di roja 19ʹê Tîrmehê de, an gu salvegera 5ʹan a Şoreşa 19`ê Tîrmehê fermî hate ragîhandin.

Meclîs piştî hat ragihandin, yekser bi hemû komîteyên xwe dest bi xebatan kir. Yek ji komîteyên meclîsê, Komîteya Lihevanînê ye. Komîteyê  di demeke pir kurt de, bi dehan dozên jinan çareser kir.

Komîte di çareserikirina dozên hatine pêşkêşkirin de, guhdariya herdû aliyan esasd digre û li gorî irfên civakî û rewşa heyî dozên çareser dike.

Komîteya lihevanînê dozên ku ji aliyên komîteyên lihevanînê yên girêdayî meclîsên taxanhatine dewrikirin, pêşwazî dike û bang li jinên xwediyên dozê û şahidan dikin da guhdariya herdû aliyan bikin. Piştre li gor yasyên hatine pêkanîn û adeta civakî dozên çareser dikin.  Dozên neyên çarserkirin jî dewrî Dîwana Dada civakî têne kirin.SUHAD JAFER ALRESED

Seroka Komîteya Lihevanînê ya Meclîsa Jinê Suad Cafer El-Reşîd diyar kir ku heta niha zêdeyî 30 doz bi awayekî aştiyane û bê ku derbasî Dîwana Dada Civakî bibin hatine çareserkirin û got ku di xebatên çareserkirinê de herdû alî jî razî derdikevin.

Endama rêveber a Meclîsa Jinê Cuheyne El-Miso jî ev tiştanî ziman: ʺMeclîsa jinê ya bajarê Tebqayê di pêşveçûnê de domdare û di çareserkirina pirsgirêkan de aktîfe.ʺ

Cuheyne her wiha got: ʺ2 Endamên Meclîsa jinê ji bo Dîwana Dada Civakî hatine derstnîşankirin. Ew endam di nava Meclîs û Dîwanê de têkildar in.ʺ