Hate ragihandinê ku hêzên dagirker di sergirtina li ser malên gundiyên Qîbarê yê Efrînê de jinan girêdê didin û zêr û pereyên wan didizin.
Çavkaniyên herêmî agahî dane ajansa ANHA ku komên çete yê bi navê “Furqet El-Hemzat” duh êrîş malên gundiyan Qîbarê yê Efrînê kirin û bi gefa çek destên jinan zincîr dike û gavên wan digirin û zêr û pereyên wan didzin.
Li gorî çavkaniyan jinên rastî vê kiryarê hatin, (H.H û Z.H) ne, piştî ku hatin talakirin ji bo giliyê serî li bargehên dagirkeriya Tirkiyê dan. Jinan destnîşan kirin ku fermandarên artêşa tirk guh neda giliyên wan.