حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Divê nûnerên 5 milyon mirovan tev li hevdîtinan bibin

3,007

TEV-DEM’ê li ser çareseriya krîza Sûriyê û hewldanên çareseriyê yên nûnerê NY’yê Geir Pedersen daxuyaniyeke niviskî weşand. Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ew hewldanên çareseriyê yên Pedersen girîng dibînin û destekê didinê.

Hewldanên ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê piştî nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen dest bi erka xwe kir, dîsan dest pê kir. Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) li ser hewldanên dema dawîn ên çareseriya krîza Sûriyê û axaftina Pedersen a di rojnama Şerq El-Ewset de ku gotibû “Rola QSD’ê ya siyasî mijarek e ku divê em li ser nîqaş bikin”, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de TEV-DEM destnîşan kir Bakurê Sûriyê bi rêveberiya xwe ya demokratîk, azadîxwaziya jinan a xwe dispêre neteweya demokratîk, berpirsyariya 5 milyon mirovên Kurd, Ereb, Suryan û gelên din hilgirtiye ser milê xwe. TEV-DEM’ê diyar kir ku divê nûnerên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinan li ser çareseriya krîza li Sûriyê bikin. Gelên Bakurê Sûriyê û rêveberiya wê ya demokratîk jî bi berpirsyariya xwe ya ji bo tevahî gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn di warê îstîqrar û aştiyê de çi berpirsyarî û fedakarî bikeve ser milê wan, ew ê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku têkoşîna li dijî terora DAIŞ û ElQaîdeyê de 2 hezar ciwanên Ereb zêdetirî 10 hezar keç û xort şehîd ketine, bi hezaran kes kêmendam bûne. TEV-DEM’ê  diyar kir Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja îro de bi aramî û aştiya xwe bûyê hîmê Sûriyeyeke demokratîk.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe bal kişand ser axaftinên nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’ê Geir Pedersen û wiha got: “Nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’yê Geir Pedersen di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Şerq El-Ewset de dibêje “QSD li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktoreke girîng e û rola QSD’ê ya siyasî mijarek e ku divê em li ser nîqaş bikin” gaveke girîng e. Bi vê gavê re divê hevdîtin bi rêveberiya Bakurê Sûriyê re bên kirin û rêveberiya Bakurê Sûriyê tev li hevdîtinên çareseriya demokratîk û aştiyane bibin. Em wek TEV-DEM hêvî dikin ku birêz Pedersen ev teahûdên xwe yên vekirî ji raya giştî re bi cih bîne. Em wek gelên Bakurê Sûriyê û TEV-DEM destnîşan dikin ku kar û xebatên birêz Pedersen em ê hêsan bikin û piştgiriyê bidin kar û xebatên wî.”

Projeya çareseriyê, Rêveberiya Xweser e

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rêya çareseriya krîza Sûriyê Rêvberiya Xweser e û wiha pê de çû: “Li Sûriyê tekane projeya ku hemû alîgir li ser li hev bikin, pêşniyarên ku ji bo demokrasî û aştiyê bên qebûlkirin eydî rêveberiya Bakurê Sûriyê ne. Sûriyeya demokratîk ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî li ser bingehê biratiya gelan û têgihiştina neteweya demokratîk ku yekitiya Sûriyê esas digire xwediyê wê kapasîteyê ku çareseriyê ji tevahiya pirsgirêkan re bibîne. Nêrîn û pêşniyarên alîgirên derveyî rêveberiya Bakurê Sûriyê israra di neçareseriyê de îfade dike.”

Ji bo NY’yê bang

TEV-DEM’ê diyar kir ku divê NY siyaseta dewleta Tirk red bike û wiha hate gotin: “Bi vî karakterê xwe hewl dide li Sûriyê bi rêyên siyasî çareseriyek astiyane û demokratîk pêk bê. Lê belê NY û hêzên navneteweyî wexta ku li Sûriyê li çareseriyek siyasî digerin, rêveberiya li Rojava û Bakurê Sûriyê muxatab negirtine; bi gotina ku Tirkiye li dij e, nûnerên Rojava û Bakurê Sûriyê ku li Sûriyê xwediyê pergala demokratîk û bi îstikrar in tevli civînên Cenevreyê nekirine. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku îradeya çareseriya demokratîk û aştiyane ya NY’yê û hêzên bi bandor ên di nav NY’yê de çi qasî lawaz e. Herêma bi îstikrar a li Sûriyê ku 5 milyon mirov bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn tev li hevdîtinên aştî û çareseriya siyasî ya têkildarî Sûriyê neke bêbesîretiya siyasî û helwestek ji rastiyê dûr e. NY û hemû hêzên ku li Sûriyê li îstikrar û aştiyê diğerin, em li bendê ne ku ji tu şantajan re serê xwe netewînin û vê rastiyê li ber çavan bigirin. ”

Em dixwazin di avakirina Sûriyê de rola xwe bilîzin

“DAIŞ ku li Sûriyê weke eskerî têk çû û serweriya qadê ji dest daye teqez bi xeta îdeolojîk a Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bi projeya siyasî ya li ser vî esasî pêş ketiye pêk hat. Ji bo serkeftina li dijî DAIŞ û têgihiştinên weke wê li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn divê nûnerên pergala demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin di hevdîtinên aştiyê yên ji bo Sûriyê tên çêkirin de cih bigire û jinûve vesazkirina Sûriyê de ji her hêlê ve vê rola xwe bilîze.”

Em di nava Sûriyê de li çareseriyê digerin

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku ew dixwazin di nava Sûriyê de li çareseriyê bigerin û wiha diyar kir: “Wek gelên Bakurê Sûriyê teqez em li dû lêgerîna çareseriyek di nava yekitiya Sûriyê de ne. Her hewldan û projeya ku gelan berde pêsîra hevdû û yekitiya Sûriyê parçe bike, beranberî xwe ew ê gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku wek neteweya demokratîk hatine cem hev, bibînin.  Demokrasiya xwecihî û xweseriya demokratîk ew ê yekitiya Sûriyê xurt bike, ew ê di heqê her cureyên pirsgirêkên ku ji derve û hundir de were derkeve.”

AKP-MHP li dijî çareseriya Sûriyê ne

“Hemû gelên li Sûriyê û Rojhilata Navîn û raya giştî ya cîhanê divê bizanibe ku tifaqa AKP-MHP’ê heta ku li desthilatdariyê be Tirkiye ne dixwaze pirsgirêkên li Sûriyê çareser bibe ne jî dixwaze demokratîk bibe. Hedef dike ku têgihiştinên siyasî û zêhniyeta ku bi wersiyonên cuda yên weke tevgerên jirêderketî DAIŞ, Cephet El-Nûsra li Sûriyê bi bandor be.”