حركة المجتمع الديمقراطي

Li herêma Şehbayê êl tên birêxistinkirin

679

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Herêma Şehbayê bi mebesta êlên kurd û ereb bêne birêxistinkirin, komîteyan ava dike.

Piştî lidarxistina civîn û girtina nêrînên êlên ereb û kurd ên li Şehbayê, Komîteya Têkiliyên Diplomasî bi armanca birêxistinkirina wan û şikandina siyaseta ku tevliheviyê belav dike, komîteyên êlan ava dike.

Heta niha komîteyê, komîteyek li navçeya Til Rifatê ava kir û ew dê li Kefer Naya, Kefer Nasih û Ehrezê komîteyan ava bike.

Her komîteyek ji 7 heta 10 endaman, di nav de berdevkên komîteyê pêk tên. Her wiha komîte ji bo danîna plansaziyên xwe dê her 15 rojan carekê bicivin.

Di hevpeyvîneke bi ajansa me ANHA’yê re koordînatorê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kantona Şehbayê Mihemed Xidro li ser armanca avakirina van komîteyan axivî.

Xidro diyar kir ku wan civîn li dar xistin, komîte ava kirin û dê xebatên xwe ji bo birêxistinkirina hemû êlên Şehbayê bidomînin û wiha pê de çû: “Her wiha armanca me êlên herêmê hîn bêtir bi rolên xwe rabin.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Xidro got ku divê êlên ku li Efrînê dimînin ji bo derxistina dagirkeriya tirk ji Efrînê refên xwe bikin yek.