حركة المجتمع الديمقراطي

Insyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn amadekariya konferansa duyemîn dike

581

Insyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn bang li hemû rêxistinên civakan li Rojhilata Navîn kirin ku tevlî konferansa duyemîn ku dê ji bo avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk û azad bi serkêşiya ciwanan dê pêk were dê lidar bixin, bibin.

Insatîçfa Ciwanan a Rojhilata Navîn daxuyaniyek dan raya giştî û diyar kirin ku ew amadekariya lidarxistina Konferansa duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Daxuyanî li navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Ciwanan li bajarê Qamişlo ji aliyê Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Telal Asî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ciwanên Sûriyê bi hemû pêkhate û baweriyê we, avakirina Insatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn radighîn in. Armanca me ji vê insaytîfê ji ber rewşa aloz ku li Rojhilata Navîn tê jiyankirin û şerê heyî, her wiha nakokiyên di navbera mezheb û tayîfeyan de pêk hatiye. Her wiha ji ber destewrdana hêzên desthildar ku dixwazin rewşa civakbûyînê ya li Rojhilata navîn jihev bixin û îradeya gelê wê bixin xizmeta xwe ya di herêmê de. Ev berûvajî tiştên ku berê Rojhilata Navîn tê de bû. Cihê şaristaniyan bû, warê pêximberan, felsefe û warê xêr û bêrê bû. lewma bû cihê timaya hemû hêzên semrmyandar û ew kirin cihê şer û aloziyan, da ku xêrûbêrên wê talan bibin û binesaziya wê wêra bikin.

Ji ber Rojhilata Navîn navenda lêgerîna heqîqet û azadiyê bû, ji aliyê din ve jî navenda avakirina sîstema dewletê bû. ji ber vê yekê aloziya di herêmê de kurtir bû. gelek pirsigêrkên din li herêmê hene, ji van pirsgirêkan azadiya jinan, he wiha zihniyeta sermyandar ku bû sedema parçebûna civakê û derketina ezeziyetê di herêmê de û civaka li ser esasê çînitî pêk hat.

Ji bo tekoşîna li dijnî pîlanên rêxistinên empiryalizm û hêzên paşverû yên li Rojhilata Navîn û ji bo avakirina armancên me, em bang li hemû rêxistinên ciwanan ên li Rojhilata Navîn dikin ku tevlî konferansa me ya ji bo avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk û azad ku bi pêşengtiya ciwanan pêk dibet, bibin. Ji ber ciwan bingeha guhertina ramyarî ne.”