حركة المجتمع الديمقراطي

Komek bazirganên çek didan şandeyên razayî yên Reqa hatin girtin

537

Li Reqayê tureyek bazirganan ku çek û cebilxane didan şaneyên razayî yên DAIŞ û her wekî din ên di bajarê Reqayê de. Bi çekên vê tureyê kes dihatin kuştin, her wiha ewlekariya herêmê dihate binpêkirin. Bi komê re miqdarek mezin ji çek û cebilxeneye hate girtin.

Navenda Ragîhandinê ya Hêzên Ewelekariya Hindirîn a Reqayê derbarê bûyerê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Alava Ewlekariya Hindirîn beriya çed rojan tureyek bazirgan û qaçaxçiyên ku têkiliya wan bi aliyên ewlekarî û aramiya herêmê binpê dikirin re hebûn. Li serî vî esasî miqdara mezin a çek û cebilxaneya di bajarê Reqayê de li gel wan bûn, hate destserkirin.

Di vê derabrê de Fermandarê beşê çalakiyên ewlekariyê û berpirsê dosaya koma hatiye girtin, diyar kir wan di riya çavkaniyên xwe yên taybet re hemû agahiyan li ser koma behsa mijarê bigirin û hate zanîn ku ev endamê komê çekan ji şaneyên teroristan re derbas dikirin. koma bebsa mijarê ji 7 kesan pêk tê û li gel wan miqdarek mezin çk û cebilxane yên cûrbecûr hate girtin.

Berpirsê çalakiyê her wiha da zanîn ku gelek çak ji bo êrîşan hatibû amadekirin, her wiha hin çekên din endamên komê li ser temîrkirina wan kar dikirin û parçe ji wan re kom dikirin, alavên temîrkirina çekan jî li gel wan hebû.”

Tureya behsa mijarê ji bo çakan ji çaneyên razayî yên DAIŞ ê re belav bikin karên dijminane û hedefgirtina kesayetan de bikar tanîn.