Desteya Tenduristî ya Kantona Kobanê bi armanca dermankirina nexweşên gurçikan û kêmkirina êşa wan navenda şûştina gurçikan vekir. Vekirina navendê bû cihê kêfxweşiya şêniyan.
KOBANÊ
Di navendê de holeke mezin û 3 alavên şûştina gurçikan û dermanên taybet bi nexweşiyê hene.
Di heftiyê de nexweş du caran bê pere gurçikên xwe dişo in.
Di vê çarçoveyê de yek ji nexweşên gurçikan Mistefa Hemdî ji ajansa me ANHA`yê re wiha axivî,”Beriya ku navenda şûştina gurçikan were vekirin ji ber ku ez pir diêşiyam ez neçar dimam ku biçim Helebê yan Qamişlo. Lê vekirina navendê min gelek sûd jê wergirt û di heman demê de di aliyê madî jî bû alîkar.ʺ
Hemdî spasiya Desteya Tenduristî kir ku ji ber ku navend ji wan re vekir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Ji aliyê xwe ve Dr. Ehmed Mehmûd diyar kir ku ji bo êşa nexweşan kêm bikin navend vekirin. Her wiha Ehmed Mehmûd destnîşan kir ku ew nexweşan bê pere derman dikin û hewil didin ku hîn ji vî aliyê pêş bixin.