Cotkarên herêma Tebqayê ji ber kêmbûna asta ava Firatê bi tirsin. Pêşiya ava firatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin.
TEBQA
Asta avê di bendava Firatê de jî derdora 2 metir û nîvan kêm bûye. Kêmbûna avê bûye cihê metirsîna li ba cotkarên herêmê û li ser rizqê xwe bitirsin. Tevî metirsînên cotkaran jî cotkarên bajaroka Cirniyê ya rojavayê herêma Tebqayê dest çandiniya pembo kirine. Welatiyan piştî zeviyên xwe cot kirin, jin dest bi çandiniya tovê pembo kirine.
Avdana pembo jî derdora 6 mehan dewam dike, kêmbûna avê jî wê bandore li zeviyên wan bike, lê ji ber ku jêdere serke ya jiyana welatiyan ne, welatî neçar in biçîn in.
Cotkarê bi navê Ehmed El-Şêx ê ji gundê El-Zirêce derbarê mijaêr de wiha got: “Me dest bi çanainiya pembo kir. Dewleta Tirk av ji ser me qut kiriye. Tewkeliya me bi xwedaye, av kê me, me genim jî çand, xwedê riziq bişîne.”
Cotkarê binavê Remedan Mensûr jî derbarê çandiniya pembo ev tişt anî ziman: “Metirsîn pir in, ji ber ku av nîne. Me zebze jî çandine ji ber tu rêbazên me yên jiyanê ji derveyî çandiniyê nîne.”
Mudîriyeta Çandiniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Bajarê Tebqayê diyar kir ku dewleta TIrk ava Çemê Firatê qut kiriye, di encamê de metirsîn li ser mewsimê çandiniyê yê cotkaran heye.