Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPGʹê Alan Hesekê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin.
HESEKÊ
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Fermandarê YPGʹê Diyab Hesekê jî da zanîn ku cangoriyên azadiyê bi têkoşîna xwe riya gelên bindest ronî kir. Diyab anî ziman ku çawa Reqa û Dêrazorê ji DAIŞʹê hatin rizgarkirin wê Efrîn jî ji çeteyên dewleta Tirk were rizgarkirin.
Piştre jî Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya gelan bedelên giran dan.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.