حركة المجتمع الديمقراطي

ʹBerxwedana Serdemê planên dijmin bin xistinʹ

1,149

ŞEHBA

TEV-DEM bi şêniyên herêma Efrînê re civiya û rewşa dawî ya herêmê ji wan nirxand. Civîn li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hesen Koçer axivî û da zanîn ku armanca ji dagirkirina Efrînê firehkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirk de bû. Koçer wiha domand, ʺDagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixwazin li herêmê siyasetên qirkirina çand û nasnameya gelê Kurd bidin meşandin. Lê hevgirtina gelan ev komplo bin xist. Gelê Efrînê soza tolhildana şehîdên Berxwedana Serdemê dan. Xayînên ku xizmeta berjewendiyên dagirkeran dikin dê rojekê bên darizandin. Wê gelê Efrînê têkoşîna ji bo rizgarkirina axa welatê xwe bidomîne.ʺ

Hevserokê Buroya Têkîliyên Giştî ya MSDʹê Xerîb Hiso jî axivî, cejna Çarşema Sor li gelê Êzidî û tevahî gelên herêmê pîroz kir. Hiso wiha got, ʺGelê Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî dane meşandin. Ev berxwedan di pêvajoya duyem de didome. Dê plana dewleta Tirk a guhertina demografiya herêmê bin bikeve.ʺ