حركة المجتمع الديمقراطي

Li gundekî Racoyê cenazeyê jinekê hat dîtin

547

EFRÎN

Çavkaniyekê ji gundê Korkan a Jorîn a girêdayî herêma Raco ya Kantona Efrînê diyar kirin ku îro di saetên sibehê de cenazeyê jineke 30 salî ku nasnameya wê nehat nasîn di hundirê malekê de hat dîtin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku li ser cenaze şopên fetisandin û îşkenceyê hene.

Şêniyên gund anî ziman ku şevê din dengê girî û qêrîna jinekê dihat. Xuyaye jina kuştî dihat îşkencekirin. Lê ji tirsa kes nikarîbû nêzîk bûbaya.

Şêniyên texmîn kirin ku çeteyên dewleta Tirk jin îşkence kiribin, piştre jî kuştibin.