REQA – Di encama şer û pevçûnên dijwar de şervanên QSD’ê taxa Reşîd bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha pêşveçûna şervanan didome û gelek çete hatin kuştin.
Hemleya rizgrakirina Reqayê bi hemû hêza xwe didome, şervanên QSD′ê pêşve diçin, rojane serkeftinên mezin bi dest dixin û gavên girîng davêjin.
Li taxa Reşîd a dikeve rojhilatê bajêr şer û pevçûn hebûn. Di encamê de tax bi temamî hat rizgarkirin, 8 çete hatin kuştin, BKC, du kalşinkof, du B7 û du rext ketin destê şervanên QSD’ê. Her wiha gelek cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.
Li taxa Reqaya Kevin jî şer bi hemû hêza xwe dewam dike. Di encamê de 9 çete hatin kuştin û gelek çete jî birindar bûn.
li taxa Mensûr jî şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 11 çete hatin kuştin. Erebeyek ku doçka 12-5 li ser barkirî bû, hate rûxandin.
Li eniya Rojava jî şer derket. Di encamê de li taxa Mirûr 12 çete hatin kuştin û birindarkirin. Li taxa Nehda jî 3 çete hatin kuştin.