حركة المجتمع الديمقراطي

Şervanên YJŞʹê ji Reqayê piştgirî dan xweseriya Şengalê

1,135

REQA – Şervanên YJŞʹê yên li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer dikin, piştevaniya xwe ji bo projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihandin.Berxwedan û Têkoşîn

Şervanên Yekîneyên Jinên Şingal (YJŞ) zêdetirî du meh in li eniyên cenga mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ji bo azadî û tolhildana jin û zarokên Şengalê li kêleka şervanên YPG, YPJʹê û Hêzên Sûriya Demokratîk şerê e di 20’ê Tebaxê de bi beşdarbûna Hevserokên Meclisê, fermandarên YBŞ û hejmarêk din ji nûnerên saziyên Şengalê nexşerêya Xweseriya Demokratîk ya Êzîdxanê bi civînekî çapemeniyê de ragihandibû. Nexşerêya ku rêgezên bingehîn di 23 xalan de vedibêje wê li ser bingeha mafê rêveberiyekî serbixwe û hêzên parastina wê nîqaş bike.

Şervana YJŞʹê têkoşîn Şengal di derbarê xweseriya Şengalê wiha dibêje: “Gelê Şengalê ji gelek komkujî û qirkirinan re derbas bûye, di roja me ye îro de Şengal pêwîste xwedî rêveberiyek xweser û hêzên xweparastinê bibe ta ku tecrûbeyên weke 3’yê Tebaxa 2014’an carekî din neyên dûbare kirin. Di fermana 3’yê Tebaxê ku min bi çavê xwe dît, ne hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û ne yên hikûmeta Iraqê li hember êrişên DAIŞ’ê parastina gelê Êzidî nekirin, ber ku em bi cî hiştin û reviyan.”

şervana YJŞʹê Ariya, jî dibêje: “Bi projeya xweseriya demokratîk em di vê baweriyê de ne ku gelê Şengalê wê bigihîje serxwebûnekî rast, bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û li dijî êrişên dijminan bi xwe karibe parastina xwe bike.”Ariya

Berxwedan Dilgeş jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ragihandina projeya xweseriya demokratîk em li rêber APO, şehîdên fermanan û hemû gelê Êzîdxanê pîroz dikin. Misogeriya rola jinên Êzidî di xweseriya Şengalê ji bo me serkeftinekî mezin e, beriya fermana 73’an jinên Êzidî ji gelek tiştan bêpar mabûn, yek ji wan mafê xwendinê bû. Lê niha jinên Êzdîxanê gihiştine astekî ku li Reqayê ji bo tolhildana gelê xwe şer dikin û ji bo xweseriya gelê xwe têkoşîn dikin.”

Têkoşîn Şengal her wiha dibêje: “Banga me ji hemû gelê Êzidî û tevahiya cîhanê re ev e ku xwedî li mafê xweseriya demokratîk derkevin, taybet ji Êzidiyên ku mecbûr bi koça derveyî welat bûne em dixwazin ew li dor gelê xwe kom bin, bi navê xweseriya Şingalê vegerin welat û tevlî xebatan bibin. Dîsa li ser navê YJŞ ji Reqayê heta Şengalê em xweseriya demokratîk ya Şingalê pîroz dikin.”