حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Efrînê cenazeyên du têkoşeran oxir kirin

815

EFRÎN – Şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Osman Mistefa û şervanê YPG′ê Mistefa Elûş, li goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq oxir kirin.EFRIN-MERSIMA-SEHDE-ASAYYSE ‫(161219074)‬ ‫‬

Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê ya Herêma Federal a Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navenda bajarê Efrînê kom bûn û alên YPG/YPJ′ê/PYD′ê Hêzên Asayîşê, HPC′ê, Kongra Star, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşerên azadiyê hilgirtibûn.

Piştî ku şêniyan cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Osman Mistefa ku di 21′ê Tebaxê de di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Kanrona Şehba de şehîd bibû hat wergirtin, gel ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeta Şera re ketin rê.

ŞeraEFRIN-MERSIMA-SEHDE-ASAYYSE ‫(1)‬

Di merasîma oxirkirina şehîd Osman Mistefa de, Emdamê Meclîsa Zagonsaz û Rêveber a Kantonê, Endamên PYD′ê, Komeleya Êzidiyan, Êlên Ereb ên Kantonê, Hêzên Eşîreyan, Hêzên Asayîşê û bi sedan şêniyên Kantona Efrînê, beşdar bûn.

Li goristanê merasîmê bi toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve dest pê kir. Paşê Serokê Desteya Hundirîn Hesen Beyrem û Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Sureya Hebeş, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê re xwestin û diyar kirin ku şehîd hemû tiştên giranguha feda dikin da xaka xwe rizgar bikin û parastina rûmeta xwe bikin. Her wiha dane zanîn ku destkeftên hatine pêkanîn jî, bi saya fedakariya şehîd bûn.EFRIN-MERSIMA-SEHDE-ASAYYSE ‫(161219075)‬ ‫‬

Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan heta rizgarkirina hemû gelan ji zulm û zoedestiyê û azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalaln, hat nû kirin.

Paşê nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên silavkirina berxwedana têkoşeran de li goristana Şehîd Refîq hat veşartin.

Cindirêsê

Cenazeyê şehîd Mustefa Elûş (Takîn Efrîn) jî li gorisana Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefra ya herêma Cindirêsê hat oxirkirin. EFRIN-MERSIMA-SEHDE-ASAYYSE ‫(161219076)‬ ‫‬Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre şervanê YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê toraneke leşkerî li dar xistin.

Di merasîma oxirkirinê de bavê şehîd, Mecîd Elûş, Fermandarê YPG′ê Mihemed Efrîn û Endamê Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyê Arif Şêxo, axivîn.

Di axaftinan de hat zanîn ku şervanên azadiyê riya azadiya ronî dikin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Her wiha gotin ku bila her kes bizanibe ku projeya Federaliya Bakurê Sûriyê bi saya felsefeya Rêbertiyê û fedekariya şehîdan hat avakirin û çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîne.

Di dawiyê de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê hat dayîn.

Piştre nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

(rr/mm)

ANHA