حركة المجتمع الديمقراطي

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi mamosteyan re civiya

700

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqayê bi mamosteyan re civiya  û rewşa perwerdeyê bi wan re nîqaş kir. Meclîsê her wiha bersiva pirsên mamosteyan da.

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca nîqaşkirina rewşa perwerdeyê li Reqayê civîneke berfereh bi mamosteyan re çêkir. Di civîna ku li navenda Meclîsê ya li Eyn Îsa hat lidarxistin de, gelek mamosteyên bajarê Reqayê û gundewarên wê, rêveberên MSD`ê û endamên komîteya perwerdeyê ya Meclîsa Reqayê beşdar bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, pişt re Endamê Komîteya Têkiliyên Meclîsê Omer Elûş bixêrhatina beşdarvanan kir.REQQA-CIVINA-MAMOSTEYAN3

Elûş da zanîn ku derî li ber her mamosteyî vekiriye  û diyar kir ku heman metryalên kevin dê di dibistanan de bê fêrkirin, lê dê hin guhertin derbarê hin mijarê piştevaniya nîjadperestiyê dikin çêbibin.

Elûş da zanîn ku Meclîsa Reqayê dê berpirsê perwerdeya di dibistanan de be û hewl bide muçeyên hemû mamosteyan peyda bike û wih pê de çû: “Ji bo xelaskirina nifşekî ji nezaniyê, mamoste dê bi dildarî kar bikin û em ê li gor derfetyên xwe mûçeyan belav bikin.”

Elûş di dawiya gotinên xwe de daxwaz ji mamosteyan kir ku bi hemû enerjiya xwe hewl bidin vî nifşî ji ramanên radîkal xelas bikin.REQQA-CIVINA-MAMOSTEYAN

Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya Perwerdeyê di Meclîsa Sivîl a Reqayê de bixêrhatina mamosteyan kir û da zanîn ku zarokên Reqayê canê xwe ne tenê ji bo rizgarkirina bajar ji terorê feda dikin, lê armanca sereke rizgarkirina zarokan ji ramanên terorî ye û herî zêde ev erik dikeve ser milê mamosteyan.

Civîn bi bersivdayîna pirsên mamosteyan bi dawî bû.