حركة المجتمع الديمقراطي

Eşîrên Reqayê piştgirî dan hilbijartinên fedraliyê

739

GIRÊ SPÎ- Rûspiyên eşîrên Reqayê destek xwe ji hilbijartinên Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê re raber kirin.GIRESPI-ELEN-EREBA-DESTEK-DAN-HILBIJARTINEN-FEDRALIYTE ‫(149029377)‬ ‫‬

Li gundê Şêx Hesen ê dikeve 60 kîlometreyan başûrî Kantona Girê Spî civîneke fereh bi beşdariya gelek rûspiyên herêmê re pêk hat. Civîn bi armanca destekdayîna eşîran ji îlankirina hilbijartinên komînan re çêbû.

Di civînê de Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid û Zelîxe Ebdî, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û hin endamên meclîsê, Berpirsê Buroya Têkiliyên Giştî yê QSD`ê  Ferhan Hec Îs û ruspiyên eşîrên Henade, Neîm, Bo Esaf, Begare û nunerê eşîrên kurdan Şêx Heyatî Kurdo amade bûn.

Di destpêkê de Hevserokê Rêveberiyê Hemdan El-Ebid axivî û bixêrhatina beşdarvanan kir û da zanîn ku hilbijartin rêkeftina jiyana azad û fikra demokratîk e.

Ebid bal kişand ser rola sereke ya QSD`ê di rizgarkirina bajarê Reqayê de û civandina hemû eşîran di bin yek sîwanê de nirxand.

Pişt re Hevseroka Rêveberiyê Zelîxe Ebdî jî bal kişand ser rola çalak a jinan di hilbijartinên fedraliya demokratîk de û rola wandi rizgarkirina bajarê Reqayê de anî ziman.

Her wiha bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş spasiya her eşîrên ku desteka Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin, kir.

Berpirsê Buroya Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Ferhan Hec Îs jî bang li  gelê Reqayê kir ku piştgiriya şervanên QSD`ê bikin.

Di dewama civîn de û di nîqaşên rû dan de, eşîrên herêmê desteka xwe ji fedraliyê re raber kirin û xwarin hat pêşkeşkirin.