QAMIŞLO – Bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo, têkoşerê YPG`ê Lewend Ararat ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.
Gel cenazeyê Rodî Hiso (Lewend Ararat) ku di 7`ê Tebaxê de li Reqayê şehîd bibû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên şehîdan û ala YPJ/G`ê hatibû xemlandin, berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo.
Li goristanê, piştî torana leşkerî ku ji aliyê YPG û YPJ`ê ve hate lidarxistin, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Paşê, ji Fermandarên YPG`ê Alan Qamişlo axivî û soza tolhildanê ji bo hemû şehîdan careke din dûbare kir.
Birayê têkoşer Lewend Ararat axivî û sersaxî ji şervanên YPJ/G û hemû gelên herêmê re xwest û got:”Birayê min kurê we ye û em bi wî serbilind in, ji ber ku ne ji şehîdan ba, em îro li vir hev kom nedibûn”.
Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê merasîmê de, cenazeyê têkoşer bi dûrişmeyên “Şehîd Namirin” hate definkirin.