حركة المجتمع الديمقراطي

Dabeşkirina rêveberiyan li Herêma Efrînê wihaye

596

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Efrînê ji Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tê û di nava xwe de 10 navçeyên sereke dihewîne.

Li gorî dabeşkirina rêveberiyên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, herêmên Bakûrê Sûriyê sê herêman pêk tê(Herêma Cizîrê, Herêma Efrînê, Herêma Firatê).

Dabeşkirina rêveberiyan li ser esasê dawîkirina bîrokrasiya ku bi rêya sîstema navendî hatiye avakirin û parastina her herêmekê li gorî taybetmendiyên wê. Li ser vî esasî Herêma Efrînê dabeşî 10 navçeyên sereke bûn.

Navçe jî beşek ji herêmê ye û pêwîst e hejmara nifûsên wê ne kêmî 15 hezar kesî be û dibe ku navenda navçeyê bajar yan jî bajarok be.

Herêma Efrînê wiha hate dabeşkirin:

-Herêrêma Efrînê ji Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tê.

1-KANTONA EFRÎNÊ:

-Kantona Efrînê ji sê herêman pêk tê: Herêma Efrîn, Herêma Cindirêsê, Herêma Raco

*Herêma Efrînê: Ji navenda bajarê Efrînê û bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê û 4 navçeyan pêk tê:

1-Navçeya Şêrawa

2-Navçeya Mabata

3-Navçeya Şeran

4-Navçeya Mîdanka

*Herêma Cindirêsê: Ji navenad bajarê Cindirêsê, bajarok, gundewarên wê, mezre û navçeya Şiyê pêk tê.

*Herêma Raco: Ji navenda bajarê Raco, bajarok, gundewarên wê, mezre û 3 navçeyan pêk tê:

1-Navçeya Bilbilê

2-Navçeya Mîdana

3-Navçeya Behdîna

2- KANTONA ŞEHBA

-Kantona Şehba ji Herêma Til Rifet û 3 navçeyan pêk tê.

*Herêma Til Rifet: Ji navenda bajarê Til Rifet, gundewarên wê, mezre û 3 navçeyan pêk tê:

1-Navçeya Ehrez

2-Navçeya Fafîn

3-Navçeya Kefernaya