حركة المجتمع الديمقراطي

Ev yekem care di dîroka Sûriyê de!

764

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê amadekarî ji bo hilbijartina binesaziya bingehîn a Sîstema Federaliay Demokratîk a Bakurê Sûriyê dike. Ev hilbijartin li ser asta herêmê û Sûriyê bi giştî, ya yekemîn e.

Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, giringiyeke mezin da Komînan û wek dendika bingehîn a Sîstema Federaliya Demokratîk bi nav kir. Li gor madeya /57/ a Hevpeymaniya Civakî ya Federaliya Demokratîk, Komîn şêwaza rêxistina bingeha binesazî ya Demokratîk a yekser e, her wiha amûrê çêkirina biryarê û rêvebirinê di nava xebatên xwe yên rêveberî û rêxistinî de ye. Komon wek meclîsekê di tevahî qonaxên çêkirina biryarê de tevdigere.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk  Foza Yûsif, da xuyakirin ku Komîn li gor pêdiviyên jiyanî di civakê de xwe bi rêxistin dike, wek aborî, hîndekarî û perwerdehiyê, tenduristiyê, xweparastin, dad, çand û xizmetgozariyê û li gor wê yekê di nava xwe de xebatan dabeş dike. Her wiha bi awayekî nobedar berdevkên hevbeş erkdar dike da kar û barên rojane bidin meşandin û çavdêriya pêkanîna wan xebatan bikin.

Komîn li gund û taxan, li gor xebat û çalakiyên civakî, rêxistinkirina debistanan, kargehan, koperatîfan, sendîkeyên çandinî û bazirganiyê li ser esasê komînan xwe ava dike. Her wiha her yekîneyekî xebatê di komînê de, ji aliyekî ve têkliyên xwe bi meclîs û komînên xwe re li ser asta xwecihî  rêxistin dike û ji aliyekî din ve bi koordîneya bi qadên xebatan û saziyên têkildar re çalakiyên xwe dimeşîne.

Hevseroka Desteya Federaliya Demokratîk Fûza Yûsif her wiha diyar kir ku komîn yekîneya rêveberiya bi çûk û bingehîn û biloka yekem a Sîstema Federaliya Demokratîk e, di rêya komînê re gel dikare xwe birêxistin bike û di tevahî aliyên jiyanê de biryarê bigre.

Meclîsa Rêveber a Sîstema federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di civîna ku rojên 27-28 Tîrmeha derbasbûyî li bajaroka Rimêlan hatiye lidarxistin de, roja 22`yê Êlûna bihê ji bo hilbijartinên komînan di Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de destnîşan kir.

Foza da xuyakirin ku Sîstema Federaliya Demokratîk  bingeha gelerî wek esas digre, ji ber vê yekê biryar girtin ku di serî de hilbijartinên komînan bêk bînin. Berovajî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê jor ber bi jêr ve xwe bi rêxistin kir ku li gor şert û mercên wê qonaxê bû. Wê yekê valahiyek di rêxistina herêmê de çêkir û diyar kir ku di demên debasbûyî de komîn ne beşek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû.

Hevseroka Federaliya Demokratîk destnîşan kir ku TEV-DEM`ê piştî şoreşa Rojava û herêmê dest pê kir erka avakirina komînan girt ser milê xwe û wiha got:ʺ Niha Federaliya Demokratîk dê vê erkê pêk bîne, ji ber ku komîn şanikeke civakî û rêveberiyê ye û ne girêdayî tu partî yan rêxistin e, lê belê beşek ji Sîstema Federaliya Demokratîk e.ʺ

Komîseriyên Bilind ên serbixwe yên hersê Kantonên Rojava di çarçoveya civîna ku di navbera herdu Komîseriyên Cizîrê û Kobanê ya di 14`ê vê mehê (Tebaxê) li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo hatiye li darxistin de, roja 16 heman vê mehê Tebaxê wek soza wergitina daxwaznameyên namzetiyê ji bo Hevserokatiya Komînan hat destnîşankirin .

Di vê çarçovê de, hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Dedmokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif bang li hemû şêniyên herêmê kir û wiha got:ʺ Kêmasiyên di demên derbasbûyî de derketine pêş komînan divê bên derbaskirin, dê ji nû ve hevserokên komînan bên hilbijartin, ji ber vê yekê divê tevahê gelê deng bidin kesên layiqê hilgirtina erkên vê berpirsyaretiyê ser milên xwe.ʺ