حركة المجتمع الديمقراطي

Şerên Reqa gûrtir dibe: 23 çete hatin kuştin

2,252

REQA– Li hehemû eniyên şer ên bajarê Reqaye şer bi dijwarî didome. Di şerê ji şevê din ve  23 çete hatin kuştin. Her wiha depoyek cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.

Li taxa Reqaya Kevin  ev sê roj in şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di şerê ji şevê din ve 2 jê sekvan bi giştî 6 çete hatin kuştin û birîndarên çeteyan jî çêbûne. Termê çeteyên hatine kuştin tevî çekên li ser wan ketine destê şervanên QSDʹê. Hejmara kuştiyên çeteyan dibe ji wiha zêdetir be. Di haman taxê de şervanan depoyek cebilxaneyê kete destê şervanan.

Li bakurê –rojhilatê jî bajar û bi taybet li taxa Rewda di navbera şervanan û çeteyan de şer derket di encamê de 7 çetan hatin kuştin.

Li taxa Diriye ya rojavayê bajar jî şer û pevçûn derket di encamê de 4 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn. Di heman taxê de şervanek QSDʹê birindar bû.

Li taxa Berîd a bakurê- rojavayê bajarê şer derket di encamê de 6 çete hatin kuştin.

Di şerê li tevahiya eniyan de 3 şervanên QSDʹê ku di şer de roleke wan a mezin hebû şehîd bûn, her wiha sê şervan birîndar bûn.

(ekîp/dc)

ANHA