Li navenda bajarê Efrînê, li ser riya Racoyê teqînek mezin rû da. Li gorî agahiyên destpêkê zêdeyî 30 ji kuştî û birîndara hene, ji kuştiyan 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane me, li navenda bajarê Efrînê, li ser riya Racoyê li nêzî çerxeriya Newroz bombeyek teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker, yek çete û 4 kes ji Xûtayê hatin kuştin. Her wiha zêdeyî 20 kes birîndar bûn, rewşa piraniyan birîndaran giran e.
Erebeyên ambulansê cenazeyên kuştî û birîndar rakirina nexweşxaneçyên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê û çeteyên wê.
Tê gotin ku nexweşxaneya leşkerî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destek ji nexweşxaneya Ezazê xwestin. Birîndarên artêşa Tirk a dagirker jî birîndarên xwe birin Tirkiyê.