حركة المجتمع الديمقراطي

Hevserokatiya nû ya Desteya Rêveber a TEV-DEM hat hilbijartin

811

Beşdarên Sêyemîn Kongreya TEV-DEM‘ê ku li ser asta Bakurê Sûriyeyê tê lidarxistin Zelal Ceger û Xerîb Hiso wekî hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê hilbijartin.

Îro bi dirûşma ʺBi civaka birêxistinkirî û azad serkeftin mîsoger dibeʺ kongreya sêyemîn a  TEV-DEM`ê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo bi beşdarbûna gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî û siyasî û kesayetên serbixwe dest pê kir.

Piştî axaftinên beşdaran û nirxandinên xebatên tevgerê, ji bo hilbijartina hevserokên nû yên tevgerê dengdan pêk hat. Bi piraniya dengan, Zelal Ceger û Xerîb Hiso bûne hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê li şûna Asya Abdullah û Aldar Xelîl.