حركة المجتمع الديمقراطي

Aldar Xelîl: Dê hemû şêwiran bi awayekî fermî veguhezîne Rêveberiya Xweser

690

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku kongrê dê hemû şêwiran bi awayekî fermî veguhezîne Rêveberiya Xweser û dê hevpeymana Tevgera Civaka Demokratîk li ser vê bingehê biguherîne. Xelîl got, deste, komîn û meclis dê karûbarên rêveberiyê bimeşînin û bibe mîna hikumetek li Bakurê Sûriyeyê.

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl li ser guhertinên ku dê di pergal û erkên tevgerê de werin kirin ji ajansa me ANHA‘yê re axivî.

‘Em di pêvajoyeke demokrtatîk de ne, pêwîste em ji her rûdan û îhtîmalan re amade bin‘

Li ser guhertin û veguhertinên erk û pergala TEV-DEM‘ê de Xelîl got, “Mademî ku em di pêvajoya şoreşê de, nemaze ku şoreşeke demokratîk e, pêwîst e em ji her îhtîmal û rûdanan re amade bin,  di serî de pêvajoyên berê werin nirxandin, ji aliyekî din jî ji bo pêvajoya pêş jî divê pilanên nû werin dayîn û li ser pergal û şeklê rêxistinbûyî xebat werin kirin.”

Xelîl diyar kir ku, Tevgera Civaka Demokratîk ji roja hatî damezirandin, nexşereyeke der barê çawaniya rêveberin û rêxistina civakê de danî.

‘Tevgerê pêşengtiya şoreşê kir‘

Aldar Xelîl anî ziman ku TEV-DEM‘ê dikarî rêveberiyên xweseriya demokratîk damezirand û meclis û komîn ava kir û ev tişt bi lêv kir, “Ev hemû berhemên xebatên Tevgera Civaka Demokratîk, tevgerê pêşengtiya pêvajoyên destpêkê yên şoreşê kir.”

Veguhestina hemû şêwiran ji Rêveberiya Xweser e

Têkildarî Veguhestina ber bi birêxistinkirina civakî ve ya ku di axaftina Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk hatibû gotin Xelîl wiha got: “Hemû guhertinên nû di tevgerê de di sala 2014’an de hatibûn kirin. Hemû komîteyên Tevgera Civaka Demokratîk ji Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk re hatibûn veguhestin. Lê bi awayekî teorî ev komîte di hevpeymana Tevgera Civaka Demokratîk de hebûn.”

Her wiha Xelîl destnîşan kir ku kongrê dê hemû şêwiran bi awayekî fermî veguhezîne Rêveberiya Xweser û dê hevpeymana Tevgera Civaka Demokratîk li ser vê bingehê biguherîne.

Deste, komîn û meclis dê karûbarên rêveberiyê bimeşînin û bibe mîna hikumetek li Bakurê Sûriyeyê

Hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku dê hemû erk veguhêzên desteyên rêveberiya xwser, komîn, meclis û desteyên rêveber xebatên rêveberiya giştî girtine ser xwe, mîna hikûmetekê li Bakurê Sûriyeyê, li ser vê yekê divê rêxistinên civaka sivîl, saziyên sivîl ên girêdayî TEV-DEM‘ê ber çavan werin derbaskirin,” li lewara divê tevger formeke nû ji van rêxistin û saziyan re çêbike.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Rimêlanê ya kantona Qamişlo sêyemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe û tê de nûnerên meclîsên sivîl ên girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û her du hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê beşdar bûne. Di Kongerê de Aldar Xelîl axivî û gotibû, TEV-DEM bi hemû rêbaz û şêwazan alîkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dike da ku veguhere blokeke mezintir û pêkhateyên cuda yên opozîsyona Sûriyeyê hembêz bike.