حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya TEV-DEM`ê didome

860

Kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê ku îro serê sibê hatibû destpêkirin, ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

Îro bi dirûşma ʺBi civaka birêxistinkirî û azad serkeftin mîsoger dibeʺ kongreya sêyemîn a  TEV-DEM`ê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo bi beşdarbûna gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî û siyasî û kesayetên serbixwe dest pê kir.

Piştî bidawîbûna axaftin û nameyên pîrozbahiyê, kongre bi hilbijartina 5 kesan ji bo dîwanê dewam kir. Kesên ku ji bo dîwanê hatin hilbijartin ev in: Asya Abdullah, Xerîb Hiso, Eyşe Efendî, Xelîl Osman û Sûad Hesen.

Li gorî jêderên ji kongreyê, dê raporên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê werin xwendin û nirxandin, hevpeymana tevgerê were xwendin, hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê werin hilbijartin, meclisa TEV-DEM`ê were hilbijartin, sond xwarin û piştre daxuyanî were dayîn yan jî axaftinên dawîn werin kirin.

Kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.