حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Li Efrînê du çete hatin kuştin

789

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê ragihandin ku hêzên wan du çalakî li dijî hêzên dagirker pêk anîn, di çalakiyan de du çete hatin kuştin û cebilxane hatin desteserkirin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG‘ê li ser mijarê daxuyaniyek li ser maplera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

‘‘Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, yekîneyên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên xwe didomînin. Di navbera dîrokên 19 û 24’ê Tebax’ê de bi du çalakiyên cûda 2 çete hatin kuştin û cebilxane hate desteserkirin.

1. Di dîroka 19’ê Tebax’ê yekîneyek me li ser rêya navçeya Mabata ya Efrînê li hember seyareya yek ji çeteyên Feylaq Şam çalakiyek kemîn lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Erduan hate kuştin.

2. Di dîroka 24’ê Tebax’ê de hêzên me, li ser rêya navçeya Bilbilê ya Efrîn’ê seyareyeke din ya koma çete ya bi navê Feylaq Şam xistin kemînê. Di çalakiyê de serçeteyek bi navê Xalid Tahir (nasnav Ebû Mihemed el-Şemalî) ku berpirsiyarê bendên kontrolê yên çeteyan yên li navçeya Bilbilê bû, hate kuştin û çeka wî hate desteserkirin.‘‘