حركة المجتمع الديمقراطي

6’emîn Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê bi biryaran bi dawî bû

660

6’emîn Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê û Helebê bi biryaran bi dawî bû.

Konferansa 6`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi dûrişma ʺŞopandina rêya şehîdan mîsogeriya rizgarkirina Efrînê yeʺ bi beşdarbûna 400 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji kantona Efrînê, herêma Şehba, bajarê Helebê û nûnerên ji Kongreya Star, TEV-DEM, sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Şehbayê hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Koordînasyona TEV-DEM‘ê Hesen Koçer, Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa û Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvîn Silêman axivîn.

Kesên axivîn rola malbatên şehîdên Efrînê silav kirin û gotin ku ew in pêşengên şoreşa rasteqîn e, ji bo serxistina şoreşê berdêlên giranbuha da, ji bo xwedîdkerina li şehîdan divê asta têkoşînê werin mezinkirin.

Piştî axaftinan peyaman YPJ‘ê û Wargeha Rustem Cûdî ya Mexmûrê, Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Kantona Efrînê, PYD, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Dada Civakê û Karûbarê Olî ên pîrozbahiya konferansê hatin xwendin.

Rapora xebatên salane ya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endamê meclisê Rênas Ebdulezîz ve hate xwendin û nirxandin beşdaran hatin guhdarkirin.

Paşê jî endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şirîn Silêman rêziknameya meclisê xwend. Derbarê rêziknameyê de nîqaş hate vekirin.

Ji bo rêveberina meclisê dengdan pêk hat. Di encmê de 5 kes hatin hilbijartin Kesên hatin hilbijartin (Rênas Hemo, Ednan Şêx Mihemed, Xelîl El-Ehemd, Leyla Elî Xoca û Xelîl Îso). Hevserok dê di civîna yekem werin hilbijartin.

Di dawiya konferansê de biryar hatin girtin. Ji wan;

Mijara rizgarkirina Efrînê girîngtirîn karê Meclisa Malbatên Şehîdan e.

Perwerde li ser paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dîtin.

Avakirina rêxistinek taybet bi jinan di nava saziyê de.

Avakirina komîteyekê ji bo şopandina perwerdeyên zarokên şehîdan.

Avakirina arşîfa hemû şehîdan

Navê Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê li navê goristana şehîdan a navçeya Ehris were kirin.