حركة المجتمع الديمقراطي

Farûq El-Maşî: Minbic bajarê herî ewle ye

631

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî diyar kir ku bajarê Minbicê yek ji bajarên herî ewle ye. El-Maşî da zanîn ku hemû destkeftiyên li Minbicê bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye.

Bi boneya 3`yemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî ji anjansa me re axivî. El-Maşî diyar kir ku li bajarê Minbicê pêşketinên mezin çêbûne û li ser asta Sûriyeyê bûye bajarê herî ewle.

El-Maşî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li Minbicê gelek kiryarên hovane kirin û komkujî li dijî gel pêk anîn, lewma welatî û rûsipiyên herêmê hawara xwe gihand Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku wan ji çeteyan rizgar bike.

El-Maşî wiha pê de çû: “Di 5`ê Nîsana 2016`an de me Meclisa Sivîl a Minbicê damezirand, wê çaxê hîna bihostek axa Minbicê nehatibû rigarkirin, jixwe hemle di meha Hezîranê de dest pê kir, em gav bi gav li kêleka meclisa leşkerî bûn, me giranî da avakirina meclisan.”

El-Maşî ku wê demê bûbû serokê Meclisa Sivîl a Minbicê diyar kir ku wan destpêkê giranî da qada perwerdeyê û wiha got: “Me ‘got perwerde berî xwarinê’, welatî û mamosteyan jî alîkarî da me û bi dilxwazî xebitîn, me karî qada perwerdeyê vejînin.”

Her wiha di qadên tenduristî û xizmetguzariyê de jî hin gav hatin avêtin. Bi rizgarkirina bajêr re toreyên elektrîkê hatin sererastkirin û bajar ji mayinan hate paqijkirin. El-Maşî got ku wan roj û şevên xwe kirin yek, li gund û taxan civîn li dar xistin, erkên giran ketibûn ser milê jinan jî, tevî germahiya havînê û kêmbûna derfetan jî, lê jinan xebateke mezin bi rê ve bir.

El-Maşî da zanîn ku wan wê demê meclisên gundan ava kirin, her wiha wan li kêleka meclisa leşkerî pêşwaziya koçberan kir û pêdiviyên wan ên jiyanî peyda kirin. Meclisa sivîl giranî dabû xebatên paqijkirina bermahiyên şer, ciwan û rûspiyên herêmê jî alîkariya meclisê kir.

Avakirina rêveberiya sivîl û beşdariya pêkhate û eşîran

El-Maşî diyar kir ku piştî bajar bi ewle bû, di 13`ê Adara 2017`an de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê hate avakirin û rewşenbîr, êl, jin, ciwan û hemû pêkhate beşdarî nava rêveberiyê bûn. El-Maşî wiha axivî: “Destkeftiyên li Minbcê hatin bidestxistin ne hêsan bûn, bi xwîn û keda zarokên me pêk hatin.”

Minbic bajarê herî ewle ye

El-Maşî bal kişand ser avakirina bajêr û rewşa parastin û ewlehiyê û ev tişt anîn ziman: “Minbic bajarê herî ewle ye, şandeyên ku serdana me kirin jî ev tişt dîtin, ev jî bi ked û xebata meclisa leşkerî, hêzên ewlehiyê û ciwanên herêmê pêk hat, em rewabûna xwe ji gelê xwe digirin, ne ji dewletên cîhanê.”

El-Maşî diyar kir ku li Minbicê tu cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye û wiha pê de çû: “Civak pirreng e,  bi biratî bi hev re dijîn, hêzên ku xwe îslam dibînin hewl da tevliheviyên mezhebî bi pêş bixin, lê her kesî ev lîstok dît û neketin wê rewşê.”

Bi saya xwîna şehîdan, Minbicê astengî derbas kirin

Li gorî El-Maşî, tişa ku hiştiye Minbic bikaribe li dijî hemû astengiyan li ber xwe bide, têkoşîn û fedekariya şehîdan e û wiha got: “Minbic bi saya xwîna şehîdan karîbû li dijî êrîşan li ber xwe bide, dema em diçin serdana goristana şehîdan em dîbînin ku gora şehîdên ji pêkhateya Ereb li kêleka yê Kurd û Çerkes û Tirkmen e, çaxê çavê mirov bi gorên ew qas şehîdan dikeve, mirov tê digihîje ku destkeftî bi hêsanî çênebûne. Em her roj soza bilinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan nû dikin, ta ku armancên wan bi cih bînin.”

Minbic parçeyekî Sûriyeyê ye

El-Maşî da xuyakirin ku bajarê Minbicê bûbû rêya hevgihînê di navbera çeteyên li Reqayê û Tirkiyeyê de û wiha aşkera kir: “Tirkiyê sînorên xwe ji çeteyan re vekiribû, li ber çavên cîhanê ev tişt çêdibûn, her kesî Minbic paşguh kiribû, di dema dagirkeriya çeteyan de welatî hatin kuştin û civak dihate parçekirin, wê çaxê hêza AKP`ê hebû, çima nehat Minbic rizgar nekir, çima rêjîma Sûriyeyê nehat û Minbic rizgar nekir?”

El-Maşî diyar kir ku QSD`ê erkê rizgarkirina hemû deverên Sûriyeyê daye ser milê xwe û alîkariyeke mezin da têkoşîna rizgarkirina Minbicê.

Her wiha El-Maşî bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên di der barê Minbicê de ev gotin lê zêde kirin: “AKP behsa parçebûnê dike, lê em li Minbicê parçeyek ji Sûriyeyê ne, em bi yekitiya xaka Sûriyeyê re ne, çaxê em behsa Sûriyeyê dikin mebesta me hemû pêkhateyên Sûriyeyê ne, rêjîmê civaka Sûriyeyê pişaft û welat wêran kir.”

Berpirsyariyên me giran in

El-Maşî diyar kir ku ew hewl didin rewşê baştir bikin, ew dizanin hin kêmasî hene lê hewl didin wan derbas bikin: “Berpirsyariyên giran li ser milê me ne, em zarokên vî welatî ne, mafê gel li ser me heye, yên şehîdan jî, lewma em soz didin ku li gorî hêviyên wan bin.”

El-Maşî di vê derbarê de bang li hemû gelên Sûriyeyê kir û wiha got: “Werin em bi hev re Sûriyeyê ava bikin, fikrên terorê rawestînin û nifşekî nû ava bikin.”

Diyaloga Sûrî-Sûrî dê pirsgirêkê çareser bike

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî da zanîn ku pirsgirêka Sûriyeyê dê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî çareser bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêwîst e em ji ajandeyên derve dûr bikevin, em li ser diyalogên Sûrî-Sûrî werin ba hev, dema em li gel hev bin em ê bi hêz bin, wê çaxê em ê karibin li ser pirsgirêkên gel biaxivin û aloziya 7 salên wêranî û koçberiyê çareser bikin.