حركة المجتمع الديمقراطي

Ajanekî Tirkiyê li Efrînê hate kuştin

616

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku ajanê dagirkeriya Tirkiyê “Ekaş Hecî Ehmed Elî” li gundê Dêr Sewan ê kantona Efrînê hate kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye;

“Ji roja yekemîn a dagirkirina herêma Efrînê de ji aliyê Tirkiyê ve me ew kesên ku wekî xayîn û ajan li kêleka Tirkiyê li dijî gelê me kar dikrin hişyar kirin.

Di demên dawî de, dagirkeriya tirkiyê çalakiyên xwe yên ajan û sîxuran zêde kirin da ku bighêjin armancên xwe.

Piştî şopandina tevgera xayînê bi navê “Ekaş Hec Ehmed Elî sala 1976‘an de ji dayik bûye ku ji endamên meclisa xayînan a ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hate avakirin e. Hêzên me li gundê Dêr Sewan kemînek jê re danîn danîn û hate kuştin.

Ajan “Ekaş Hecî Ehemd” tevlî malbata xwe beşdarî nava leşkerên artêşa Tirk a dagirker bûn dema ku gundê Dêr Sewan dagir kirin û wekî delîlê hêzên dagirker li herêmê xebitî, bi sebeba wî bi dehan sivîlên Efrînê hatin revandin û hîna çarenûsa wan ne diyar e.

Ekaşê xayîn peyam ji gelê me yên li derve re dişand û ew tehdîd dikirin ku eger vegerin wê werin kuştin.

Ji ber kiryarên wî, wekî Oedeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê careke din em xayîn û ajanan hişyar dikin û bang li wan dikin ku xeta çeteyetî û îxanetê berdin. Em tekez dikin ku bi berxwedaniya gelê me dê dagirkeriyê têk biçe.  Ew tenê mîna kaxezetek lîstokê di destê dagirkeran de ne, kengê bixwazin dê werin şewitandin. Li ser vê yekê li şûna ku li hêviya mirinê û heqaretê bin li mejiyê xwe vekirin û dev ji îxanetê berdin û jiyana azad a bi gelê berxwederê re bipejirînin.

Careke din em soz didin gelê xwe ku em ê dilopa xwîna her şehîdekî xwe û her sivîlekî ku rastî destdirêjiya dagirkeran û ajanên wan hatin hilînin.  Efrîn, sebir bike, tolhildan tê.”