حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeya Siwêda serdana herêma Cizîrê dike

614

Şandeyeke Kombûna Sûriyên Laîk ên Demokratîk a Siwêda serdana navenda Desteya Têkliyên Derve ya herêma Cizîrê kir. Şandeyê diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tecrûbeyeke serkeftî ye û hêjaye li giştî herêmên Sûriyeyê pêk were.

Şandeyeke Kombûna Sûriyên Laîk ên Demokratîk a Siwêda ji Semîr Ezam û Yehya Ebû Raêd û du endamên Buroya Têkliyan a Partiya Sûriye ya Paşerojê Xedîce El-Zahir û Merwan Hesen pêk dihat. Şande ji aliyê Hevserokê Desteya Têkliyên Derve Ebdilkerîm Umer û endamên Desteyê Raniya Xelîl û Alan Reşo ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de aloziya Sûriyeyê û paşeroja çareseriya siyasî li Sûriyeyê hate gotûbêjkirin. Şandeyê di serdanê de diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê serkeftî ye û hêjaye li giştî herêmên Sûriyeyê pêk were û dê ji aliyê hemû pêkhateyan ve erênî were pêşwazîkirin. Şandeyê destnîşan kir ku rê li pêşiya avakirina Sûriyeke demokratîk vekirî ye.

Di serdana şandeyê de hevserokê Desteya Têkliyên Derve Ebdilkerîm Umer axivî û got ku encamên kambax ji ber aloziya navxweyî û mezhebî li Sûriyeyê derketine û li pêşiya paşeroja Sûriyeyê dibe asteng. Umer da zanîn ku çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê dikeve berjewendiya hemû aliyan da ku welatekî demokratîk ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê were avakirin û karibin ji şerê naxweyî û aloziya mezhebî xilas bibin ji ber ku di encama van şer û aloziyan de hevgirtina civakî tê şikandin. Bi hevgirtina hemû pêkhateyan rê li pêşiya vegera terorê tê girtin.